Here naverokê

Meletî

Meletî
Bajarê mezin
Malatya
Bajarê Meletiyê
Meletî li ser nexşeya Meletî nîşan dide
Meletî
Meletî
Meletî li ser nexşeya Bakurê Kurdistanê nîşan dide
Meletî
Meletî
Koordînat: 38°21′6″Bk 38°18′53″Rh / 38.35167°Bk 38.31472°Rh / 38.35167; 38.31472
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehMeletî
SerbajarMeletî
Hejmara nahiyeyan2 nahiye
Hejmara bajarokan10 bajarok
Hejmara gundan44 gund
Qada rûerdê
 • Giştî922 km2 (356 sq mi)
Bilindahî
960 m (3150 ft)
Nifûs
 (2009)
456.813[1]
 • Berbelavî495,46/km2 (1283,2/sq mi)
 • Serbajar
 (2009)
388.590
Koda postayê
44 xxx
Koda telefonê(+90) 422
Map
biguhêreBelge

Meletî yan jî Meledî[2] (1928: ملاطيه / Melatiye; bi tirkî, Malatya) yek bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê û navenda Parezgeha Meletî ye. Bajêr malavaniya gelên kevnar ên wekî hîtît, ûrartî û akadîyan kiriye ku bi hezaran salan e bajêr bûye wargeha mirovan. Di zimanê hîtîtî de melid yan jî milit tê wateya "hingiv" ku ji bo navê etîmolojiyeke gengaz pêşkêş dike ku di çavkaniyên hevdem ên di wê demê de di bin çend guhertoyan de hatiye behs kirin (mînak, bi hîtîtî: Malidiya[3] û dibe ku Midduwa be jî[4]; bi zimanê akadî: Meliddu û bi zimanê ûrar̩tî: Meliṭeia ye.

Strabon dibêje ku bajar "ji gelên kevnar re" wekî Melitene (bi yewnanî ya kevnar Μελιτηνή) dihate zanîn bi berfireh bûna romayiyan a ber bi rojava ve ji aliyê Romayê ve hatiye pejirandin. Li gorî Strabo, niştecihên Melîteneyê bi gelên Kapadokya û Kataoniyanê re heman ziman û çand parve kirine.

Navê bajar di çavkaniyên asurî û Urartû de wek Maldiye, Melite, Melid, Melide û di dema Împeratoriya Romê de jî wek Melita û Melidena hatiye gotin. Nav piştre wekî Meladya û Meletî hatiye guhertin.

Fîgurên li berê qada Girê Melidê ku ji keviran hatiye çêkirin.

Şûnwarê Girê Melidê ji ber pêşketina çandiniya li Hîva Biadan nêzîkî 6000 sal berê bûye niştecihbûna morivan. Ji serdema bronzê ve ev cih bûye navendek îdarî ya herêmek mezin a padîşahiya Isuwayê. Bajêr bi giranî hatiye parastin. Hîtîtan bajêr di sedsala çardehan b.z. de zeft kirine. Navê bajêr di zimanê hîtîtî de melîd yan jî mîlît e ku tê wateya "hingivê". Nav di çavkaniyên hevdem de di bin çend guhertoyan de hatiye gotin (mînak, hîtîtî: Malidiya û dibe ku Midduwa jî be; akadî: Melîddu; ûrartî: Meliṭeia).[4][5]

Piştî dawiya Împeratoriya Hîtîtan bajar dibe navenda dewleta Neo-Hîtîtê Kammanu ku bi ajar kevneşopî û şêwazên kevn ên hîtîtan berdewam kiriye. Lêkolîneran di nava sûrên bajêr de qesrek bi peyker û bi rolyef dîtine. Li bajêr qesrek bi peykerên kevirî yên şêran û serdestan ve hatiye çêkirin. Kammanu di navbera salên 804 û 743an de dewleteke bindest a Ûrartûyê bû.

Qiralê neo-asûrî Tîglath-Pileser I (1115-1077 b.z.) Padîşahiya Malidiya neçar dike ku baca asûriyan bide. Qralê neo-asûrî Sargon II (722-705) berî zayînê di sala 712an de êrîşê bajêr dike û bajêr talan dike. Di heman demê de kimmerî û skîtan êrîşî herêmê dikin û di vê serdemê de bajar paş dikeve. Hinek bicihbûn a li bajêr di heyamên helenîstîk û romayî de berdewam kir - ji serdema romayê de demirxaneyek bi çar hêtûnan hatiye çêkirin. Di navbera nîvê sedsala 7an û nûvekirina bikaranîna bajêr de di dawiya sedsala 12an an destpêka sedsala 13an de valahiyek dirêj ê bicihbûnê de hebû.

Arkeologan cara yekem di sala 1930an de bi pêşengiya arkeologê fransî Louis Delaporte dest bi kolandina cihê Girê Melidê kirine. Ji sala 1961ê ve demekê dirêj tîmekê arkeologên îtalî bi serokatiya Marcella Frangipane, li girê xebatên û lêkolînên arkeolojîk kiriye.

Bajêr di beriya romayiyan û beriya persan de di navbera salên 612-550 b.z. de ji aliyê Medan hatiye birêvebirin. Berî zayînê di dawiya sedsala 9an de, padîşahiya Mannea û gelek serekên Medya yekem car bi dagirkirina asûriyan a berfireh re rûbirû dimînin.[6] Asûriyan gelek caran Med û rêveberiya medan wekî qurbaniyên bêçare yên êrişên asûriyan didîtin û ji bo bidest xistina hespan ku hespên medan ji xwe re desteser bikin êrîşên ser medan kirine.[6]

Di heman demê de Mannea bi awayekî din hevalbendeke hêja yê asûriyan bû û hem jî dijminê wê yê giran bû nemaze dema ku bi êrîşkarên kimmerî an skîtiyan re hevalbendî dikir.[6] Li hemberî êrîşên asûriyan di dawiya sedsala heftem a berî zayînê de, Med di bin serokiyeke de dibin yek û hem padîşahiya Mannean û hem jî Împeratoriya Asûriyan têk dibin bi vî rengî rêya dîroka rojhilata nêzîk diguherînin.[6]

Serdema Romayiyan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Diodorus Siculus di nivîsê xwe de nivîsiye ku Ptolemaeus Commagene êrîşî Melîtene kiriye û bajêr ji destê ji Padîşahiya Kapadokyayê digire lê nikaribû demek dirêj bidomîne ji ber ku Ariarathes V yê Kapadokya bi artêşek xurt li dijî wî dikeve şer û Ptolemaeus ji bajêr vedikişe.[7] Padîşahiya Kapadokyayê ku ji aliyê Mala Ariobarzanes (B.Z. 95–36) ve hatiye birêvebirin, beriya zayînê di sala 63an de dibe keseke romayî.[8]

Piştî ku padîşahî di sala 17ê p.z. de ji aliyê Împeratoriya Romayê ve hatiye zeftkirin bajêr wekî Melitene di sala 72ê p.z. de li ciheke cûda ji nû ve hatiye saz kirin ku wekî kampa bingehîn a Legio XII Fulminata (ku li gorî Notitia Dignitatum bi kêmî ve heya destpêka sedsala 5an li wir berdewam bû) hatiye diyarkirin.

Bajarê Meletî ya niha di sala 1838an de hatiye avakirin ku cihê kevnar Militene niha yan jî bajarê kevn wekî Meletiya Kevin tê binav kirin. Sedema barkirina navenda bajêr a berê ev e ku artêşa smanî di zivistana 1838-39an de berî ku di sala 1849an de ji bo şerê Nizîbê dagir bike, ihtîmal heye ku cihê bajarî yên dagirkiriye û wan ji cihê wan koç kiriye. Ji ber vê yekê welatiyên Meletiyê bajarê nû li ser bajarokekî bi navê Aspuzu ava kirine. Bajar di sedsala 19an de bi lez mezin dibe û di dawiya sedsalê de dora 5000 avahî 50 mizgeft, şeş medrese, neh xan û pênc serşokên giştî hebûn.

Di salên 1889 û 1890an de li Meletiyê bi du agirên mezin dişewite ku ji ber şewatê bi hezaran dikanên bajariyan hatiye hilweşandin. Di sala 1893an de bajêr bi erdhejeke mezin diheje di erdhejê de 1300 kes dimirin 1200 xanî û 4 mizgeft têne hilweşandin.[9][10] Di heman salê de li bajêr ji ber nexweşiya kolerayê 896 kes dimirin. Avahiyên hilweşandî di sala 1894an de careke din dîsa ji nû ve hatine çêkirin.

Di sala 2014an de Meletî bi qanûneke dewleta tirk ku di sala 2012an de hatiye derxistin li gel 12 bajarên din statûya şaredariya bajarê mezin wergirtiye.[11] Piştî hilbijartinên herêmî yên sala 2014an ên li Tirkiyeyê û li Bakurê Kurdistanê şaredariya nû bi fermî dest bi kar kiriye.

Meletî yek ji bajarên Bakurê Kurdistanê ye ku ji ber Erdhejê Dîlok û Gurgumê ku sala 2023an pêk hatiye bi bandor dibe.[12] Li bajêr li deverên bajêr gelek avahî têne hilweşandin û 1237 kes jiyana xwe jidest didin. Heman erdhej di heman de bandor li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê kiriye.[12]

  • 1650-1200, dema hîtîtiyan
  • 1100-824, dema asûriyan
  • 804-743, dema urartiyan
  • 743-612, dema asûriyan (II)
  • 612-550, dema medan
  • 550-331, dema persan (farisan)
  • 66, dema romayiyan

Piştî zayînê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  • 385, dema bîzansiyan
  • 656, dema ereban
  • 740-980, bajar di navbera ereb û bizansiyan pir caran dest diguhere.
  • 985 dema Merwaniyan
  • 1095, dema selçûkiyan
  • 1191 dema Eyûbiyan
  • 1399, dema osmaniyan

Çiyayên herêmê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çiyayên bilind yê herêmê li ser çiyarêzên Melediyê, çiyayê Şîlan e (2.545 m). Bilindbûna Çiyayê Derbendê jî 2.428 m ye ku çiya li ser çiyarêzên Nûrhaq ê ye. Kepez (2.140 m), Gayrik (2.306 m )

Deşt, zozan û gelî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  • Deşta Melediyê: di navbera geliya Toxma û Firatê de ye. Mezinbûna wî 830 km² ye.
  • Deştên Îzoliyan: ji deştên ku li derudore çemên Feradê kom bûne pêk tên.
  • Geliya Firatê (li derudore çemê Firatê) ye, geliya Toxma jî li derudore çemê Toxma yê ye.

Çemê Firatê û piraniya şaxên Firatê di nav sinorên herêmê de diherêkin.

  • Çemê Firat: ji gola Kebanê dertê. Çemê herî dirêj ê Kurdistanê ye. Di nav sê welaten de diherêke û dikeve behra Basrayê.
  • Çemê Toxma: ji çiyayê taxtali dertê û li deşta Melediyê yê bi Firatê ve xwe girê dide.

Li herêmê gol tunene, tenê li serê çiya, ciyên ku çavkaniyên çeman jê dertên hinek golên biçûk ava bûne.

Meletî xwedan avhewayek sar a nîv-ziwa (Avhewaya Köppen: BSk) yan jî avhewa parzemînî ya nerm e (Kategorîzekirina Trewartha: Dca) ku bi havînan germ û hişk û bi zivistanên jî sar û bi berf e.

Germahiya herî bilind a tomarkirî ya bajêr bi germahiya 42,7 °C ê di 14ê tebaxa sala 2019an de hatiye tomarkirin. Germahiya herî nîzm a tomarkirî bi sermahiya -22,2 °C ê di 28 kanûna sala 1953an de hatiye tomarkirin.

Germahî û barîna nîvekî ya mehane yê Meletiyê
Rêb. Reş. Ada. Avr. Gul. Pûş. Tîr. Gel. Rez. Kew. Ser. Ber.
Bilindtirîn germahî (°C) 15,4 20,3 27,2 33,7 36,3 40,0 42,5 42,7 39,6 34,4 25,0 18,0 Ø 31,3
Nimztirîn germahî (°C) −2,1 −1,3 3,0 7,7 12,2 16,9 20,7 20,9 16,4 10,8 −0,2 6,0 Ø 9,3
Germahî (°C) 0,8 2,4 7,7 13,2 18,2 23,7 27,8 27,8 23,0 16,2 8,0 2,5 Ø 14,3
Barîn (mm) 40,6 41,5 43,3 49,5 45,0 13,6 4,6 3,3 10,8 35,1 37,4 41,1 Σ 365,8
G
e
r
m
a
h
î
15,4
−2,1
20,3
−1,3
27,2
3,0
33,7
7,7
36,3
12,2
40,0
16,9
42,5
20,7
42,7
20,9
39,6
16,4
34,4
10,8
25,0
−0,2
18,0
6,0
Rêb. Reş. Ada. Avr. Gul. Pûş. Tîr. Gel. Rez. Kew. Ser. Ber.
B
a
r
î
n
40,6
41,5
43,3
49,5
45,0
13,6
4,6
3,3
10,8
35,1
37,4
41,1
  Rêb. Reş. Ada. Avr. Gul. Pûş. Tîr. Gel. Rez. Kew. Ser. Ber.


Çavkanî: [1]

Babetên heywanan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li herêmê pir babetên teyrên kovî dijên. Wek werdek, qaz, kew, leglek, qertel û baz. Li herêmê gur, rûvî, keroşk û berazên kovî jî hene. Li herêmê gel bi kedîkirina heywanan ji mijûl dibe.

Sermijar û Navçeyên Bajêr (2013)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tevahî sermijarî herêmê (tevlî gundan) 504.965 e.

Serwetên bin erdê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li herêmê alûmîniyûm, sifir, hesin, krom, asbest û lînyît ji bin erdê dertên.

Ciyên turîstîk, dîrokî û gerê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li herêmê şînahî pir zêde tuneye. Lê hinek deveran wek baxçeyên Tacde, Gunduzbeyî û Xorata ji bo seyranan musaîd in. Germavên herêmê (wek Rotûkan û Îspendere) jî ji alî gel ve tên ziyaret kirin. Ciyên dîrokî wek girên Cafer, Degirmentepe, Pîrot û kela Melediyê û mizgeftên kevn yê herêmê jî ji alî gel ve tên ziyaret kirin.

Çand û Hûner

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sermijar Misilman in û ji Zerdeştîtî/Êzdîtî ango Elewî û Sûnnîyan pêk tê. Di nav gel de li cem Sûnnîyan şêxîtî û li cem Elewîyan ango Zerdeştîtî/Êzdîtî jî pîrîtî rolek mezin dilîze. Sermijar herêmê ji Kurd û Tirkan pêk tê.

Xwarênên Herêmê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kaxiz kebab bi balîcan: di siniyek de balîcan tên rêz kirin. Bi serde goştê ku di nav kaxiz de pêçayî tê danîn. Di firnê de 2 saet tê kelandin û bi nanê loş tê xwarin.

Kincên Herêmê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Jinên herêmê li hinek deveran çarşeve reş li xwe dikin. Carna jî pêştemalek ku jê re dibêjin "bervanik" li serê xwe girê didin. Ji şarpa keçên ciwan re dibêjin "çinko". Di hundirê çarşefê de kincek ku jê re dibêjin "zibûn" û di binî de jî şalwar li xwe dikin. Pêlavên lastîk û gorên ji hirî di nigan de hene.

Zilam kum didin serê xwe. Di ser şalwar de jî îşlik û êlek li xwe dikin.

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. ^ tuik, 2009
  2. ^ Dr. Ebdulla Ghafor (2000). Kurdistan: Dabeşî kargêrî terrîtorî 1927-1997. Stockholm.
  3. ^ Ebeling, Erich; Meissner, Bruno; Edzard, Dietz Otto; Streck, Michael P. (1997). Reallexikon der Assyriologie und vorderasiatischen Archäologie: Meek - Mythologie (bi îngilîzî). De Gruyter. ISBN 978-3-11-014809-1.
  4. ^ a b Puhvel, Jaan (15 çiriya paşîn 2004). Words Beginning with M (bi îngilîzî). Walter de Gruyter GmbH. ISBN 978-3-11-018162-3.
  5. ^ Ebeling, Erich; Meissner, Bruno; Edzard, Dietz Otto; Streck, Michael P. (1997). Reallexikon der Assyriologie und vorderasiatischen Archäologie: Meek - Mythologie (bi îngilîzî). De Gruyter. ISBN 978-3-11-014809-1.
  6. ^ a b c d "The Medes and the Kingdom of Mannea".
  7. ^ "remacle". remacle.org. Roja gihiştinê 2 îlon 2024.
  8. ^ Ball, Warwick (4 kanûna paşîn 2002). Rome in the East: The Transformation of an Empire (bi îngilîzî). Routledge. ISBN 978-1-134-82387-1.
  9. ^ Ambraseys, N. N. (1989). "Temporary seismic quiescence: SE Turkey". Geophysical Journal International. 96 (2): 311–331. doi:10.1111/j.1365-246x.1989.tb04453.x. ISSN 0956-540X.
  10. ^ Ambraseys, N. N. (1989). "Temporary seismic quiescence: SE Turkey". Geophysical Journal International (bi îngilîzî). 96 (2): 311–331. doi:10.1111/j.1365-246X.1989.tb04453.x.
  11. ^ "Başbakanlık Mevzuatı Geliştirme ve Yayın Genel Müdürlüğü". www.resmigazete.gov.tr. Roja gihiştinê 2 îlon 2024.
  12. ^ a b "Mezopotamya Ajansı". mezopotamyaajansi35.com. Roja gihiştinê 2 îlon 2024.