Here naverokê

Silêmanî (bajar)

Ji bo maneyên din li Silêmanî binêre.
Silêmanî
Dîmenên ji Silêmaniyê
Silêmanî li ser nexşeya Başûrê Kurdistanê nîşan dide
Silêmanî
Silêmanî
Silêmanî (Başûrê Kurdistanê)
Silêmanî li ser nexşeya Iraq nîşan dide
Silêmanî
Silêmanî
Silêmanî (Iraq)
Kargêrî
Welat Başûrê Kurdistanê
Dûgel Îraq
Parêzgeh Silêmanî
Navçe Navenda Silêmaniyê (navçe)
Demografî
Gelhe 1.041.489 (2009)
Erdnîgarî
Koordînat 35°33′0″Bk 45°26′0″Rh / 35.55000°Bk 45.43333°Rh / 35.55000; 45.43333

Silêmanî (bi soranî: سلێمانی‎), bajareke Herêma Kurdistanê ye ku yek ji her sê bajarên mezin ên Başûrê Kurdistanê ye. Bajarê Silêmanî navenda parêzgeha Silêmaniyê ye. Silêmanî li aliyê bakurê rojhilat ve bi çiyayên Ezmer, Goyje û çiyayê Qeywan ve, li başûr Çiyayê Baranan û li aliyê rojava ve jî ji aliyê Girên Taşliceyê ve hatiye dorpêçkirin. Bajar xwedî avhewayeke nîv ziwa ye ku bi havînên germ û hişk û bi zivistanan jî avhewayeke şil û sar heye.

Bajarê Silêmanî di sala 1784am de ji aliyê mîrê kurd-osmanî Îbrahîm Paşa Baban ve hatiye damezrandin û navê bavê xwe Silêman Paşa li bajêr daniye.[1][2] Silêmanî ji sala 1784an heya 1850an paytexta mîrektiya dîrokî ya Babanan bû.

Stela Îddî-Sîn, Qiralê Sîmurrumê ye ku dîroka wî vedigere Serdema Babîlê ya Kevin. Li Gundê Qereçatan, parêzgeha Silêmaniyê, Başûrê Kurdistanê.Stel niha li Muzexaneya Silêmaniyê ye.

Herêma Silêmanî beriya damezrandina bajarê nûjen a di sala 1784an de bi navê Zamwa dihate naskirin. Paytexta mîrektîya Baban a Kurdan (1649–1850) berî avakirina Silêmanî herêmek bi navê “Qelaçiwalan” bû. Di dema desthilatdariya Babanan de di li herêma Qelaçiwalan di navbera Sefewî û Osmaniyan de şerên dijwar rû daye ku Qelaçiwalan ji bo her du hevrikan dibûya qada şer.

Ji ber herêma Qelaçiwalan di girîngiya stratejîk de bû û di kûrahiya xaka sefewiyan de ye ev fikar hebû ku ger ku babanî piştgiriya leşkerî nede sefewiyan dê êrişî Qelaçiwalan were kirin û were dagirkirin. Divê serdemê de hem Siltan Mehmûdê Duyem û hem jî Nadir Şah hewl didan ku piştgiriya Mîrnişînên Kurd ên belavbûyî bi dest bixin.

Di sala 1783an de Îbrahîm Baban dibe mîrê mîrnişînê û dest bi avakirina bajarekî nû dike (Heman bajar demekê ji aliyê Siltan Silêman ve jî hatiye avakirin ku navê Silêmanî ji navê wî hatiye) ku ev bajêr bibe paytexta herêmê. Di sala 1784an de wî avakirina çend qesrên ji bo bazirganiyê bi navê qeyser û bazar ku wek serşok jî dihatin bikaranîn bi dawî kir û dest bi vexwendina gundewarên gundan û mîrnişînên derdorê kir ku biçin bajarê nû yê avakirî.

Di demeke nêzîk de Melkendî ku di destpêkê de dihat xwestin ku bibe bajar bi xwe, li şûna wê dibe ji yek ji taxên bajarê nû. Navê bajarê nû yê Slêmaniyê bi navê Silêman Baba ku yekemîn mîrê Babanan bû ku parêzgeha Şehrezûr bi dest xistibû. Silêman Baban di sala 1694an de li Erdelanê herêma kurdên cîran bidest dixe û hêzên wan têk dibe.

Di destpêka salên 1800î de penaberên ji Erdelan koçî Slêmaniyê dibin ku di nav wan de Mastura Erdalan, jinebîya Xosraw Xanî Erdelan ku mîrê mîrektiyê bû hebûn. Erdelan dîroka kurdan bi farisî nivîsand û di sala 1848an de dema koça dawî dike li Silêmanî hatiye veşartin.[3]

Ji sala 1922 heta 1924an Silemanî paytexta Padîşahiya Kurdistanê bû ku dewletek demek kurt û nenaskirî ji hêla kurdên Başûrê Kurdistanê ve piştî hilweşîna Xanedana Osmanî hatibû ragihandin.

Di sala 1820an de ku 36 sal piştî damezrandina bajêr kesekî brîtanî bi navê Rech serdana bajêr kiriye û texmîn kiriye ku nifûsa bajêr ji deh hezarî zêdetir e ku tê de 2.144 malbat hene ku ji van malbatan 2.000 malbat misilman, 130 malbat cihû û 14 malbat mesîhî ne.

Li gorî Rojnameya Pêşkawtîn ku di sala 1920an de li Silêmaniyê dihat belavkirin, nifûsa bajêr derdora deh hezarî bû.

Serhildana Iraqê ya destpêka salên 1920an li dijî desthilatdariya Brîtanyayê ya desthilatdariya Mezopotamyayê bi serokatiya Şêx Mehmûd dibe sedema pêleke koçberiyê ya cihûyan ku ji Silêmaniyê destpê kiribû.[4]

Li gor belgeyên hikûmeta iraqî heta sala 1947an hejmara rûniştvanên bajêr digihîje 23.475 kesan.[5] Di heman salê de tomara hebûna 300 malbatên cihûyan hebûn ku bi tevahî 1.517 kesan pêk dihatin hatiye belge kirin. Ji xeynî malbatek nêzîkî tevahiya civaka cihûyên bajêr di sala 1951-52an de koçî Îsraêlê dibin.[4]

Di sala 1998an de nifûsa bajêr 548.747 kes bûn ku di sala 2015an de bi texmînî gihîştiye 656.100 kesan.[5]

Zanîngeha Amerîkî ya Silêmanî hejmara rûniştvanên bajêr di sala 2016an de 800.000 kes texmîn kiriye.[6]

Panoramaya Silêmanî, Îlon, 2015.

Silêmanî yek bajarên li Başûrê Kurdistanê ye ku yek ji navendên sereke yên nifûsê li Başûrê Kurdistanê ye ku li gorî herêmî bi hênikiya havînê û bi barana di mehên de zivistanê de tê destnîşan kirin. Germahiya navîn ji 0 heta 39 °C diguhere. Di mehên zivistanê de dibe ku rêjeyeke girîng berf bibare. Li bajêr berf her sal an du sal careke dibare.[7][8][9][9]

Pergala dabeşkirina avhewayê ya Köppen-Geiger, hewaya bajêr wekî avhewa germê havîna Deryaya Navîn (Csa) dabeş dike.[10]

Germahî û barîna nîvekî ya mehane yê Silêmaniyê
Rêb. Reş. Ada. Avr. Gul. Pûş. Tîr. Gel. Rez. Kew. Ser. Ber.
Bilindtirîn germahî (°C) 8,6 10,7 15,5 20,8 27,3 34,3 38,5 38,7 33,7 26,4 16,5 11,0 Ø 23,5
Nimztirîn germahî (°C) 3,4 5,3 9,8 14,8 20,8 27,3 31,4 31,4 26,5 19,6 10,4 5,4 Ø 17,2
Germahî (°C) 1,5 0,5 3,1 7,4 12,4 17,9 22,0 22,0 17,5 12,3 4,4 0,3 Ø 10,1
Barîn (mm) 136 133 122 91 30 1 0 0 1 40 81 112 Σ 747
G
e
r
m
a
h
î
8,6
3,4
10,7
5,3
15,5
9,8
20,8
14,8
27,3
20,8
34,3
27,3
38,5
31,4
38,7
31,4
33,7
26,5
26,4
19,6
16,5
10,4
11,0
5,4
Rêb. Reş. Ada. Avr. Gul. Pûş. Tîr. Gel. Rez. Kew. Ser. Ber.
B
a
r
î
n
136
133
122
91
30
1
0
0
1
40
81
112
  Rêb. Reş. Ada. Avr. Gul. Pûş. Tîr. Gel. Rez. Kew. Ser. Ber.


Çavkanî: [1]

Zanîngeha Silêmaniyê di sala 1968an de bi dersên kurdî, erebî û ingilîzî hatiye vekirin. Li zanîngehê fakulteyên endezyariyê, çandinî, huner, zanist û fakulteya bijîşkî heye.[11] Zanîngeha Silêmanî zanîngeha herî mezin ê Herêma Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê ye. Zanîngeha duyemîn bajêr Zanîngeha Polîteknîkî ya Silêmaniyê ye ku di sala 2012an de hatiye damezrandin û perwerdehiya bi zimanê kurdî, ingilîzî û erebî dide.[12]

Di sala 2007an de Zanîngeha Amerîkî ya Iraqê - Silêmanî (AUI-S) ku yek ji zanîngehên amerîkî yên li Rojhilata Navîn e pola xwe ya pêncemîn di sala 2016an de qedandiye.[13] Perwerdehiya li vê zanîngeha hunerên lîberal a taybet a ne-qezenc tenê bi zimanê inglîzî ye ku bernameyeke pejirandî ya Dewletên Yekbûyî bi zimanê inglîzî wekî zimaneke duyemîn (ESL) vedigire. Di heman demê de li bajêr gelek zanîngehên din ên taybet hene.

Du rojnameyên serbixwe yên Hawlatî û Awêna ku demek weşanê xwe berdewam dikirin û du kovarên siyasî yên serbixwe Lvîn û Şok li bajarê Silêmanî dihatin weşandin û dihatin belavkirin.[14] Ji sala 2016an vir ve li bajêr Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Silêmanî heye ku ji aliyê Koleja Hunerên Bedew a Zanîngeha Silêmaniyê ve tê organîzekirin.[1]

Silêmanî yekane bajarê Başûrê Kurdistanê ye ku bi berdewamî Roja Muzîkê ya Cîhanê an jî Fête de la Musique tê pîrozkirin. Di rêwîtiyek bajêr de rojnamevaneke ku ji BBC yê re dixebitî li ser çanda cihêreng a Silemanî nivîsî: "Çand ji bo gelê kurd pir girîng e nemaze li Silêmanî lê li rojava kêşeyeke xurt heye - nûjenbûn û xerîdarbûn - dibe ku ji aliyê televîzyonên satelîtê ve ku wan dest bi wan kiriye ji dema ku dest bi birêvebirina karûbarên xwe kirine ve tê meşandin...û li zanîngehê, xwendekar li dora kampusê digerin ku bi hev re diaxivin û ji bo azmûnên xwe hinek hûrguliyên deqeya paşîn dikin." Şer tenê çend hefteyan dersên zanîbgehê rawestîne. "Dibe ku jin ji mêran zêdetir in û ew kêfxweş in ku nêrînên xwe ji her kesê ku dipirsin re dibêjin."[15]

Silemanî bajarê helbestvanên wekî Nalî, Mehwî û Pîramerd e.[16]

Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê ji bo bajêr xizmet dike. Ji Balefirgeha Silêmaniyê seferên rasterast ji bo bajarên wekê Stockholm, London, Emman, Frankfurt, Stembol, Necef, Cide, Munîh, Dusseldorf, Kîev, Kopenhag, Sofya Plovdîv, Bratîslava, Hamburg, Manchester, Malmö, Antalya, Tehran Qehîre, Hamburg, Delhî, Sharjah û Eindhovenê tê lidarxistin.

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dîmenên bajêr

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. ^ a b Cockrell-Abdullah, Autumn (2018). "There Is No Kurdish Art". The Journal of Intersectionality. 2 (2): 103–128. doi:10.13169/jinte.2.2.0103. ISSN 2515-2114.
  2. ^ "Sulaimany: 227 years of glory | The Kurdistan Tribune". web.archive.org. 9 çiriya pêşîn 2019. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 9 çiriya pêşîn 2019. Roja gihiştinê 23 tebax 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  3. ^ Goudsouzian, Tanya. "Saving the dream city of a Kurdish prince". Al Jazeera (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 23 tebax 2024.
  4. ^ a b Zaken, M. (1 kanûna paşîn 2007). Chapter Five. Sulaimaniya (bi îngilîzî). Brill. rr. 107–112. ISBN 978-90-474-2212-9.
  5. ^ a b "Iraq: Governorates, Major Cities & Urban Centers - Population Statistics, Maps, Charts, Weather and Web Information". www.citypopulation.de. Roja gihiştinê 23 tebax 2024.
  6. ^ "Zanîngeha Amerîkî ya Silêmanî".
  7. ^ "Iraq under cold front bringing snow and below zero temperatures | Indian Muslims". web.archive.org. 28 îlon 2013. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 28 îlon 2013. Roja gihiştinê 23 tebax 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  8. ^ "National Iraqi News Agency - NINA". web.archive.org. 26 sibat 2014. Ji orîjînalê di 26 sibat 2014 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 23 tebax 2024.
  9. ^ a b "BasNews". web.archive.org. 3 sibat 2015. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 3 sibat 2015. Roja gihiştinê 23 tebax 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  10. ^ "Suleimaniyah climate: Weather Suleimaniyah & temperature by month". en.climate-data.org. Roja gihiştinê 23 tebax 2024.
  11. ^ "UnivSUL.org – Online Library For Leverage, Learning & Life". web.archive.org. 20 kanûna paşîn 2018. Ji orîjînalê di 20 kanûna paşîn 2018 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 23 tebax 2024.
  12. ^ "Sulaimani Polytechnic University Home Page - Sulaimani Polytechnic University" (bi îngilîziya amerîkî). 4 tîrmeh 2022. Roja gihiştinê 23 tebax 2024.
  13. ^ "AUI-S". web.archive.org. 23 çiriya paşîn 2010. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 23 çiriya paşîn 2010. Roja gihiştinê 23 tebax 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  14. ^ "Awane". www.awene.com. Roja gihiştinê 23 tebax 2024.
  15. ^ "KurdishGlobe- Kurdistan diary: Day Three". web.archive.org. 10 adar 2012. Ji orîjînalê di 10 adar 2012 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 23 tebax 2024.
  16. ^ Staff, Editorial (21 îlon 2016). "Is the Paris of Iraq, Sulaimani city, on verge of economic collapse?". Kurd Net - Ekurd.net Daily News (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 23 tebax 2024.