Here naverokê

Qerekose

Qerekose
Bajar
Ağrı
Bajarê Qerekosê
Qerekose li ser nexşeya Agirî nîşan dide
Qerekose
Qerekose
Qerekose li ser nexşeya Bakurê Kurdistanê nîşan dide
Qerekose
Qerekose
Koordînat: 39°43′8″Bk 43°3′2″Rh / 39.71889°Bk 43.05056°Rh / 39.71889; 43.05056
WelatBakura Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehAgirî (parêzgeh)
SerbajarQerekose
Hejmara nahiyeyan3 nahiye
Hejmara bajarokan1 (serbajar) bajarok
Hejmara gundan107 gund
Qada rûerdê
 • Giştî1.497 km2 (578 sq mi)
Bilindahî
1.565 m (5135 ft)
Nifûs
 (2020)
150.204[1]
 • Berbelavî87,6/km2 (227/sq mi)
 • Serbajar
 (2020)
119.017
Koda postayê
04xxx
Koda telefonê(+90) 472
Map
biguhêreBelge

Qerekose, Qerekilîs, Qerekîs an jî Agirê (bi tirkî: Ağrı) bajarekî Bakurê Kurdistanê ye ku navenda rêveberiya ya Parêzgeha Agiriyê ye. Li gorî daneyên sala 2021ê nifûsa bajêr 120.390 kes e. Her çiqas bajêr bi çend navên din were bîranîn navê bajêr ya îro Agirî ye ku ji navê Çiyayê Agiriyê hatiye wergirtin.

Piştê ku hîtîtan hêza xwe li herêmê winda dikin, hûriyan di navbera salên 1340 û 1200 berî zayînê de li herêmê bi cih dibin. Ji ber ku bajêr ji navenda qiraliyeta huriyan, ji bajarê Rihayê dûr bû huriyan nekarin bajêr di bin desthilatdariya xwe de bigirin.[2]

Li herêmê şaristaniya herî demdirêj ûrartûyî bûn ku li herêmê bûne desthilatdar. Seferên ûrartuyî yên li bakur û bakurê rojhilatê Gola Wanê di dema qiralê ûrartûyî Îspuini (825-810 b.z.) de dest pê kiriye û di dema qiral Menua de (810-786 b.z.) de berfireh û bi hêza bûye.[2]

Di dema şerê Med û Asûran û bi rûxandina dewleta asuran re herêm dikeve destê desthilatdariya împaratoriya (708-555 b.z.) Medan. Piştê demekê dirêj bi hilweşîna Med û Persan re ku nêzîkî du sedsal li herêmê desthilatdarî kirine, Îskenderê Makedonî padîşahê persan Daryûs III (331 b.z.) têk dibe û herêm dikeve bin desthilatdariya Îskenderê Makedonî.[2]

Li bajêr di navbera salên 1927 û 1931ê de Komara Agiriyê ku ji aliyê çend serokên kurd ve hatiye birêvebirin, ji aliyê Îbrahîm Heskî Têlî û Îhsan Nûrî Paşa û ji aliyê Komîteya Navendî ya Xoybûnê ve hatiye avakirin.[3][4]

  • Dema Hûriyên; 1340 - 1200
  • Medeniyeta Ûrartûyên; 1200 - 600
  • Dema Mediyan; 678 - 549
  • Dema Mekodoniyên; 331

Piştê zayînê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  • Dema Bîzansiyên; 339
  • Dema Ebasiyên; 750
  • Dema Selçûkiyên; 1102
  • Dema Osmaniyên;1514

Bajêr di nav paralelên 39° - 05' û 40°- 07' bakûr û merîdyenên 42°-20' û 44°- 30' rojhilat de ye. Bajêr li bakûr bi Qersê, li rojava bi Erziromê, li bakûrê rojava bi Bedlîs û Wan û li rojhilat jî bi sînorê bajerê Mako ve tê girêdan. Taybetiyên erda bajêr:

Pîvana erdê bajar 11066 km² ye. Şiklê erda bajêr % 46 wê ji mêrg û çergehên,% 3 ji golên, % 25 deşt û zozanên û %25 wê jî ji çiya û zinaran pêk tê. Li heremê genim, ceh, kixsên şekir û keten tên çandin.

Deşta Zêdkan û Qerekose yên herî mezin in li herêmê (341m2), Deştek din jî Deşta Panos û Giyadînê ye. Bilindtir bû zozanên herêmê digîhîjên heta 2000 m yî. Li wan zozanên kanî yên ku ava wan cemîdî û mêrgên şîn jî hene.

Çemê herî mezin ê herêmê, çemê Mûradê ye. Wekî din çemê biçûk jî li heremê peyde dibin. Hinek ji wan ev in; Şêriyên, Zêdkên, Gelûtên. Li herêmê du golên biçuk jî hene. Balik û Saz Ciyên turîstîk û germavên herêmê:

Ji welatên cûda cûda her sal pir turîst tên herêmê ji bo ku hilkişin ser Çiyayê Agirî. Qesra Îsak Paşa jî ciyek e ku ji alî turîstan ve tê ziyaret kirin. Tirbê Ahmedê Xanî jî li navçê Bazîdê ye û ji alî Kurdên ve tê ziyaret kirin. Germavên Giyadîn û Dambat jî ciyên vehêsanê ne. Serwetên bin erdê:

Li Giyadîn kukurt, li Bazîdê kewêrê ponz, li Dûtaxê xwê, li Avkevirê ava maden û li Zêdkanê jî lînyît ji bin erdê derdikeve. Babetên heywanan:

Li Agirî nifûsek pir bilind bi xwedîkirina heywanên mijûl dibin. Ji bilî heywanên kedî li heremê li mêrg û golên werdekên kovî, qaz, kew û li alî çiya jî gur û rûvî peyde dibin.

Agirî xwedî avhewaya parzemînî ye (Dabeşkirina avhewaya Köppen: Dsa yan jî dabeşkirina avhewayê ya Trewartha Dca) ku di mehên havînê de hênik e û şevên havînê sar in. Mehên zivistanê sar û bi berf derbas dibin. Germahiya bilind a navîn di meha tebaxê de ye ku bi qasî 30 °C ê ye. Germahiya navîn ya nizm ya zivistanê di meha çileyê de ku -16 °C e.

Germahî û barîna nîvekî ya mehane ji bo Qerekoseyê (1975-2010)
Rêb. Reş. Ada. Avr. Gul. Pûş. Tîr. Gel. Rez. Kew. Ser. Ber.
Bilindtirîn germahî (°C) −5,7 −3,4 2,4 12,0 18,3 24,1 29,3 29,9 25,4 17,3 7,6 −1,6 Ø 13
Nimztirîn germahî (°C) −16,5 −14,9 −7,9 1,0 5,2 8,3 12,3 12,1 7,1 2,2 −3,7 −10,9 Ø −0,5
Germahî (°C) −11,2 −9,3 −2,9 6,3 11,9 16,7 21,2 21,3 16,3 9,2 1,4 −6,4 Ø 6,2
Barîn (mm) 36,3 48,9 48,4 75,3 75,7 45,6 19,0 12,5 16,0 56,4 49,8 40,9 Σ 524,8
Saetên bi tavik (st/r) 1,9 2,7 4,2 5,7 7,8 10,2 10,5 10,1 9,2 6,6 4,0 1,8 Ø 6,2
Rojên bi baran (r) 11,2 11,6 12,1 15,2 16,4 10,9 6,2 4,7 5,0 9,0 9,3 11,1 Σ 122,7
G
e
r
m
a
h
î
−5,7
−16,5
−3,4
−14,9
2,4
−7,9
12,0
1,0
18,3
5,2
24,1
8,3
29,3
12,3
29,9
12,1
25,4
7,1
17,3
2,2
7,6
−3,7
−1,6
−10,9
Rêb. Reş. Ada. Avr. Gul. Pûş. Tîr. Gel. Rez. Kew. Ser. Ber.
B
a
r
î
n
36,3
48,9
48,4
75,3
75,7
45,6
19,0
12,5
16,0
56,4
49,8
40,9
  Rêb. Reş. Ada. Avr. Gul. Pûş. Tîr. Gel. Rez. Kew. Ser. Ber.


Çavkanî: www.dmi.gov.tr

Li gel ku piraniya pîşesazî li navenda bajêr e karê aborî ya serekeyê bajêr çandinî û ajalkarî ye. Kargeheke goşt û şîrê li bajêr heye û kargeha çermê ELDESAN yek ji mezintirîn kargehên herêmê ye. Di heman demê de li bajêr Kargeha şekir, kargeha pêlavan, kargehên çêkirina amûrên çandiniyê, kargeha kisil, kargeha mobîlyayan û kargehên tekstîlê jî hene.[5]

Li bajêr Zanîngeha Agiriyê di 29ê gulana sala 2007an de hatiye vekirin. Zanîngeha Agiriyê bi 10 fakulte, 2 enstîtu 4 dibistanên bilind û 4 dibistanên pîşeyî ya bilind li navçeyan û li kampûsa zanîngehê perwerdehî dide.[6]

Xwarênên herêmê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xwarêna herî bi nav û deng qelî ser sêlê ye. Ecîn Abdigor ji yek ji xwarinên mehelî ne ku li herêmê tên xwarin.

Kincên herêmê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kêfa zilam pûşî didin serê xwe. îşlig û êleg li xwe dikin, di binî de jî şelwar (qadi) li xwe dikin. Li ser şelwar kêfyek li pişta xwe girê didin. Pêlavek ku li heremê ji re dibêjin, yemenî û gorên bi desta çêkirî ku heta çongê dirêjin li nigê xwe dikin. Jinên Agirî fîstanek ku ji re dibêjin "entarî" li xwe dikin. Carna jî çarşefa reş li xwe dikin. Di nigan de gorên ji hirî çêkirî hene.

Sermijara bajêr tevahî Mislimanên, hejmara Xiristiyanên pir kêm in. Piranîya sermijarê ji Kurdên pêk tê, Azerî jî wek ciwaka dûyemîn li herêmê hene. Çiya:

Çiyayê herî bilind ê Kurdistanê li Agirî yê ye. Çiyayê Hama (3243m), Çiyayê Kose (3430m), Tendûrek (3542m), Agiriya biçûk (3925m), Agiriya Mezin (5137m). Çiyayê Agiriya mezin, çiyayê herî bilind yê Kurdistanê ye.

  1. ^ tuik, 2008
  2. ^ a b c "Dîroka Agiriyê".
  3. ^ Houston, Christopher (2008). Kurdistan: crafting of national selves. Bloomington, Ind: Indiana Univ. Press. ISBN 978-0-253-22050-9.
  4. ^ Walī, ʿAbbas, edîtor (2003). Essays on the origins of Kurdish nationalism. Kurdish studies series. Costa Mesa, Calif: Mazda Publishers. ISBN 978-1-56859-142-1.
  5. ^ "Aboriya Agiriyê". web.archive.org. 19 kanûna paşîn 2013. Roja gihiştinê 5 îlon 2024.
  6. ^ "Ağrı İbrahim Çeçen Üniversitesi - Doğu'dan Yükselen Işık". www.agri.edu.tr. Roja gihiştinê 5 îlon 2024.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]