Here naverokê

veşartin

Ji Wîkîferhengê

Bilêvkirin

[biguhêre]

Lêker

[biguhêre]
veşartin (lêkera gerguhêz)
Rehê dema niha: ve-şêr-
RP.
Niha
ez vedişêrim
tu vedişêrî
ew vedişêre
em, hûn, ew vedişêrin
Fermanî Yekjimar veşêre
Pirjimar veşêrin
Rehê dema borî: ve-şart-
RP.
Boriya
sade
min veşart
te veşart
wê/wî veşart
me, we, wan veşart
Formên din: Tewandin:veşartin
Pisîkekê xwe veşartiye.

veşartin lêkera xwerû, gerguhêz

  1. Berşê kirin, ji ber çavan hinda kirin, danîn cihekî wisa ku neyê dîtin, nepenî kirin, nihînî kirin.
  2. Binax kirina miriyan.

Ji wêjeya klasîk

[biguhêre]

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Herwiha

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

ve- + şartin, ji proto-hindûewropî *ḱel- (veşartin), proto-hindûewropî *ser-; hevreha avestayî ser- (penageh, stargeh), pehlewî û parsî s'rw'r (kum, zirx), hewramî ئەۋەشارای(eweşaray), soranî û kurdiya başûrî شاردنەوە(şardnewe) û حه‌شار(heşar), sanskrîtî şárman, rusî шлем (şlêm), latînî celare, îriya kevn celim, almaniya kevn helan, almanî Helm, îngilîzî helmet, gotî huljan... Şêweya beşartin ew rûdava bi tenê ye di Kurdî da kû ve- keftiye -be-. Netêkildarî zazakî wedardene, ewa yeksanî we- (hil-) + dardene (dêran, girtin, pê hebûn) anku hilgirtin; nê bandora kurmancî veşartin lê hebûye.

Çavkanî: Cheung, r. 335-6 (ku herdu peyvên soranî, ya hewramî û yên din dide lê ya kurmancî ji bîr kiriye)

Bi zaravayên din

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
[biguhêre]
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî veşartin veşartin
Îzafe veşartina veşartinên
Çemandî veşartinê veşartinan
Nîşandera çemandî veşartinê wan veşartinan
Bangkirin veşartinê veşartinino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî veşartinek veşartinin
Îzafe veşartineke veşartinine
Çemandî veşartinekê veşartininan

veşartin

  1. berşêkirin, dûrxistina ji ber çavan,
    danîna cihekî wisa ku vedîtin dijwar bibe:
    veşartina tiştan
    veşartina pare û zêran
    veşartina xwe

Werger

[biguhêre]