Here naverokê

bowl

Ji Wîkîferhengê
Kaseyeke çînî ya Misra Kevnare, teqrîben ji salên 200–150 BM
Kaseyeke neoklasîk ya fransî (jatte à anses relevées or jatte écuelle), teqrîben ji salên 1787-1788

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]

bowl (forma pirjimar bowls)

  1. Kase. Qabeke xwarinê yê bi şiklê nîv-kure yê ku ji bo xwarinan bigire nava xwe, ji bo tevlihevkirina xwarinan an ji bo servîskirina wan tê bikaranîn, wekî nimûne salate, fêkî an şorbe an tiştên din dixine navê.
  2. Bi miqdara kaseyekê.
    Hevmane: bowlful
    You can’t have any more soup – you’ve had three bowls already.
    Tu nikarî êdî zêdetir şorbe vexwî, te jixwe bi qasî sê kaseyan vexwariye.
  3. (çêkirina xwarinê) Xwarineke ku ji têkilkirina çend xwarinên cihê pêk tê, ku ne hewceyê temamiya wan were pijandin, û di kaseyekê de tên servîskirin.
  4. Tiraşeke porê yê ku porên rast ji kinara bi eynî dirêjahiyê tên qusandin û şiklê kaseyekê derte holê.
    Hevmane: bowl cut, pudding bowl
  5. Qismê vala yê gilover yê her tiştekî.
    Direct the cleaning fluid around the toilet bowl and under the rim.
    Aliyê şilaviya paqijkirinê bidin ber bi derdora qulika tiwaletê û binê kinarê.
    1. Qismê kevçiyê yê ku tiştan hildigire, ziddê qismê destikê (ku ti tiştî nagire nava xwe).
    2. Qismeke qelûnê an nargîleyê ku ji bo kêşanê bi marijuana (çeşîdeke esrarê) hatiye tijîkirin.
    3. (tîpografî) Parçeyek gilover a glîfê ku cîhê vala dipêçe, wekî di herfên "d" û "o"yê de.
  6. (landforms) Kratereke gilover (an wekî wê) yê di zemînê de.
    Hevmane: crater, hollow
  7. (spor, tiyatro) Stadyûm an amfîtiyatroyeke bi şiklê elîpsê yê ku kaseyê tîna bîra mirov.
  8. (futbola amerîkî) Pêşbaziyek futbolê yê piştî sezonê (wekî nimûne Rose Bowl, Super Bowl)

Dûnde

[biguhêre]
  • Bîslamayî: bol
  • Esperantoyî: bovlo
  • Fransî: bol
  • Almanî: Bowle, Bowl
  • Îdoyî: bolo
  • Îrlendî: bolla
  • Japonî: ボール (bōru)
  • Latviyayî: bole (muhtemelen ji almanî)
  • Koreyî: (bol)
  • Gaelîka skotî: bòl
  • Swêdî: bål


Etîmolojî

[biguhêre]

Ji îngilîziya navîn bolle, ji îngilîziya kevn bolla, bolle (bowl, cup, pot, beaker, measure), ji proto-cermeniya rojava *bollā, ji proto-cermenî *bullǭ (ball, round vessel, bowl).

Bide ber bi frîsiya bakur bol (bun, bread roll) re, almaniya jêrîn a navîn bolle, bole (round object), holendî bol (ball, sphere, scoop, dot), almanî Bolle (bulb), danmarkî bolle (bowl, bread roll), îzlendî bolli (cup). Cotrehê boule û pulla.

[biguhêre]

bowl (forma pirjimar bowls)

  1. Goga ku di lîstika lawn bowls-ê de ji aliyê lîstikvanan ve tê gindirandin.
  2. (di pirjimariyê de, lê bi lêkereke yekjimar tê bikaranîn) Lîstikek e.
    Hevmane: lawn bowls, lawn bowling

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji îngilîziya navîn bowle, boule, ji fransiya kevn boule (ball), ji latînî bulla (bubble, stud, round object). Cotrehê poll.

Lêker

[biguhêre]

bowl (nihaya sade ya yekjimar bowls, partîsîpa niha bowling, boriya sade û partîsîpa borî bowled)

  1. (gerguhêz) Bi şikleke rast topê gindirandin an avêtin, di lîstika krîketê de an di lîstik û sporên mîna wê de.
  2. (negerguhêz) Ji bo avêtina topê (di krîketê de û di lîstik û sporên wekî wê de).
  3. (negerguhêz) Lîstina bowlîngê an lîstikeke wek wê.
  4. Bi rehetî û hêsanî bar kirin an gindirandin, wekî ku li ser tekerekê be.
    We were bowled rapidly along the road.
    Em bi lez û bez li ser rê gindirîbûn.
  5. Li tişekî dan ku digere an digindire.

Dûnde

[biguhêre]

Anagram

[biguhêre]