Wîkîpediya:Dîwan (pêşniyaz)/Arşîv 1
Ev rûpel arşîveke gotûbêjên kevn e. Naveroka vê rûpelê neguhêrin. Eger dixwazin gotûbêjeke nû bidin destpêkirin an jî yekî kevn dîsa aktîv bikin, ji kerema xwe re gotûbêja niha ya rûpelê bi kar bînin. |
Arşîv 1 | Arşîv 2 |
Forma Gishti ya Wikipediya Kurdi
Brayno ez, pash beshdari kirin li rupela daxwaz jibo guherandina nave Wikipediya Kurdi, daxwaz dikim ku hendek peyvan u wisheyan di nav Wikipediya Kurdi bi Sorani (Kurdiya Navin) u Kurdiya Bashur bên nishan dan. Jibo nimune: Ol > Ayin (bi wateya "religion" di Englizi de, "ol" bi xwe peyveki Tirkiye u ji "yol"ve dêt bi wateya "re"), Destpêk > Sereta ( ~ "Start", ez hêji bi rasti nazanim ku "destpêk" ji ku ve hatiye, di Kurdi de lêker "dest pê kirin/kirdin" heye ku bê "kirin/kirdin" wateya wi cune), Gotin > Witin/Wetin (~ "to say", "gotin" bi xwe peyveki Farsi ye u ji "goften" dêt u risheya wi ya kevnar ji Farsiya Kevnar "geube" ye. Lêbelê di Sorani u Kurdiya Bashur de Kurd "witin" anji "wetin" bi kar dinin ku di Iraniya Kevnar de "wext-" buye: Farsiya Kevnar "geube"-; Farsi "goften" - "guy-"; Iraniya Kevnar "wext-" - "wek-", Kurdiya Bashur "wetin" - "wêsh-", Kurdiya Navin "witin"/"gutin" - "bêj-"/"wêj-"/"lê-", Kurdiya Bakur "gotin" - "bêj-".). Hun ji kerem ken u min ji hizir u fikira xwe agahdar bikin. Gelek sipas. --Kak Language 07:52, 18 rezber 2011 (UTC)
- Slav hevalê hêja, birastî heya min jê nîn bû ku peyva Ol ji tirkî tê. Peyva ayin(ayîn) tê bikaranîn lê ez dibe qey ne sedî sed ji dêla ol, ew mîna en:ritual tê bikaranîn. Lê ne zor a ku em vê peyvê bikarbînin. Di derbarê peyva Destpêk de, bi kurmancî tê wateya en:start jixwe rûpela pêşî diderkeve Destpêk e. Di malperên kurdî de jî cur bi cur peyv ji bo home (page) tên bikaranîn: rûpela serî , mal , destpêk, rûpela pêşî hwd. Ez dibêjim pirsgirêka vê peyvê ne wilqasî mezin e. Lê dîsa jî heke heval bixwazin dikare were guhertin. Lê ez ne bawerim ku peyva gotin were guhertin. Ji ber ku bi gelemperî di nav kurmancan de wisa tê bikaranîn. Herwiha em dibêjin peyv ji farsî tê , ma ev tişt rast e gelo? Ev (kurdî, farisî) zimanên îranî ne, jixwe divê peyvên weke hevdu hebin. Mînak di zimanên slovakî, çekî, polonî, kroatî , slovenî de bi hezaran peyvên heman hene, lê ti kes nabêjê ev peyv ji vî zimanî tê, ew dibêjin ev peyvên slavî ne, lewma peyvê hemû gelan e. —Gomadapeyam 11:10, 18 rezber 2011 (UTC)
- Silav braye mine heja. Heval "ol" bêguman ji Tirki ("yol") dêt (y > 0; yan > an, yewash > hêwash). Di Kurdi de peyvên orjinal jibo wateya "religion" ev in: "din" u "ayin". "Din" hem di Avestayi de heye hem ji di Erebi de u kes nikare bi rasti bizane ku gelo "din" peyveki Erebi an Irani. Lêbelê "ayin" dikare bi wateya "religion" bête bi kar anin. Jibo "ritual" an "ceremony" di Kurdi de "aheng" an "heng" heye. Bi her awahi "ol" peyveki ne-Kurdi ye qet di nav zarawayên Navin u Bashur nayê bi kar anin. Ez ji dimena zimannasi hizir dikim ku bashtir e "ol" biguhere bi "ayin" an "din".
- Di derbarê "destpêk" ez hêji guman dikim peyveki resen nebe, lêbelê tu rast dibêji bra pirsgirika we ne mezin e.
- Lê di derbarê wekhevitiya Kurdi, Farsi, u zimanen Iraniyen din ez divê bibêjim ku "wekheviti" (~similarity) u qerz kirin (~borrowing) du mebestên cuda cuda ne. Yanê zimanên ji êk malbata zimanan dikarin hem wek hev bibin u hem ji hevudu qerz bikin. Ji bo nimune Inglizi u Norwici du zimanên hev malbatin lêbelê peyva "sky" peyveke ne Inglizi ye u ji Norwiciya Kevnar hatiye qerz kirin. Di nav zimanên Irani de her wisa ye. "Se" an "seg" (~kucik) di Kurdi de peyvên qerz kiri ji Farsi ne cimku, ji dimena zimannasi, "sw-" Iraniya Kevnar di Kurdi de dibe "sp-" u di Farsi de "s-" (Kurdi "hesp"/"esp"; Farsiya Navin "esgodar" ~ "riya hespan"; "esb" di Farsiya Nu de peyveke qerz kiri ji zimanên Iraniyên din e). Kurdi zimaneki Bakure Rojavaye Iran e u Farsi ji Bashure Rojavaye Irani dêt u ji ditin u dimena zimannasi di nav Kurdi u Farsi de ciywaziyên zimannasi heye (Iraniya Kevnar "dz" > Kurdi "z" lêbelê Farsi "d": Ku. "zanin" Fa. "danestan"; Ku. "zava" Fa. "damad"; Iraniya Kevnar "s" > Ku. "s" lêbelê Fa. "h": Ku. "masi" Farsi "mahi", Ku. "ask" Fa. "ahu", uhd). Ji ber wi heqiqete em dikarin peyvên Kurdi yên orjinal nas bikin u bi kar bihinin. Hendek nimuneyan ji peyvên biyani di Kurdi de u minakên Kurdiya wan:
- Kurdi (biyani) : Kurdi (orjinal) : Farsi : Zazaki (zimaneki Bakure Rojavaye Iran)
- se / seg : sipindi, sipe / sipolit : seg : astor/estor
- deh : tune : deh : des
- dil : zirk : dêl : zerî/zerîya bele
- hêl- (hêshtin) : berzandin (<? ebi-herze) : hêl- (hêshten) : erz-
- got / gut : wet / wit : goft : vat
- guherandin / gorrandin : worrandin : goheranden : vûrnayene
- guhastin / gozin : wozin : gohzaiden : ragoştene / ragozene
- palaftin : parzandin : paluden : paravnayene / paleknayene / neselnayene / parzûn kerdene
--Kak Language 10:33, 18 rezber 2011 (UTC)
- Spas ji bo agahiyên te yên hêja, ez êdî peyva ayîn an jî dîn bikartînim (: Wekî ku min berê li ser rûpela te ya îngilîzî gotibû , emê bi alîkariya braderekî ji Kurdistana Îranê şad bibin. Tu jî dikarî bibînî ku hindik bikarhênerên kurd li vir dixebitin. Lewma hinga dema te çêbû ger tu alîkariya wîkî ya me bike wê pir baş çêbe. Tu dikarî gotarên di derbarê babetên tu jê hez dikî binivîsî. Jixwe zanebûna te ya kurdî baş e, lewma pirsgirêk dernakeve. Bimîne di xweşiyê de. —Gomadapeyam 12:38, 19 rezber 2011 (UTC)
- Ol ne bi tirkî ye. Ne zimanzan im, lê bi texmîna min ol û al/ala ji heman kokê ne. "Sîmbola min a herî pîroz". Di ferhenga fermî û herî mezin a tirkî de (TDK-Sözlük) 12 wateyên wê hene, di nava wan de ol-dîn nîne. Wisa ba tirk ji derewan hez dikin, dê hema bêjeya dîn bavêtana. Tenê di dema hikûmetên Ecevit de (1074 ûêd), bi fermî 20 hezar peyv çêkirin ku ti kok û wateya wan nîne. Destpêk di kurmancî de gelek tê bikaranîn. Destpê amadekirin bi karekê ve, milhildan, tifê destê xwe kirin û xwe ji bo xebatekê motîvekirin e. Di jiyana rojane de gelek tê bikaranîn. Sereta nabe lewra kurmanc dikarin bêjin "heyran ma ev tayê dirûnê jî ji kû hat?". Kekê hêja Language, Kurmancî ne Soranî ye. Soranî nêzîkê Farsî ye, artîkel nînin tê de. Lê Kurmancî û Zazakî de hene. Zazakî jî zarave û zimaneke kurdî ye (hûn carnan dilê me diêşînin). Bi ya min zimanên kurdî hene. Kurmancî Soranî û Zazakî sê zimanên Kurdî ne. Kurd li ser sê bingehên kevnar kewa xwe girtine: Aryanî, Urartû, Hurriyên Qefqasî, bandor û koçeriyên Samî. Dirêj nekim, min xwest bêjim zû de ye pirrengînî. Gotin dişibe ya farisan? Keko me herdu jî ji heman kokê ne. Soranan negirtine, me girtiye. Gelek peyv jî hene kurmancan negirtine, soranan girtine. Hûn jî dizanin cureyên tiştan û rengdêr di çerxa demê de dibin pronom-nav (navê wî nehate bîra min, aha Çomskî). Yek jî Soranî ne kurdiya navîn e lê ji aliyê cografîk ve li navenda Kurdistanê tê axavtin. Navenda kurdî nîne, Kurdî ji sê zimanan (an zarave) ava ye. Tirkî ji 8 zimanan. Biraderên Soran carnan xwe wekî Qeter, me jî Filistînî dihesibînin, qet ne baş e. Soranistana we heye, bihêlin em jî hinekê pêşî li pişavtina kurmanciya xwe bigirin. Helbet ev henek bû:) Gelek sipas bo tevkariyê Kak Language.. --Bablekan 11:05, 21 rezber 2011 (UTC)
- Spas ji bo agahiyên te yên hêja, ez êdî peyva ayîn an jî dîn bikartînim (: Wekî ku min berê li ser rûpela te ya îngilîzî gotibû , emê bi alîkariya braderekî ji Kurdistana Îranê şad bibin. Tu jî dikarî bibînî ku hindik bikarhênerên kurd li vir dixebitin. Lewma hinga dema te çêbû ger tu alîkariya wîkî ya me bike wê pir baş çêbe. Tu dikarî gotarên di derbarê babetên tu jê hez dikî binivîsî. Jixwe zanebûna te ya kurdî baş e, lewma pirsgirêk dernakeve. Bimîne di xweşiyê de. —Gomadapeyam 12:38, 19 rezber 2011 (UTC)
- Kekê Bablekan dilê te ser sera min bra ez nixwazim qet dilê tu mirov biêsinim. Ez dizanim Kurmanji ne Sorani. Lêbelê Kurmanji (Kurdiya Bakur), Sorani (Kurdiya Navin), u Kurdiya Bashur hemi zaravayên yek zimanin ku li cihan de bi nav zimane "Kurdi" te nas kirin. Zazaki u Gorani (Hewrami) ji zimanên serbixwene lêbelê tenê Kurdan bi Zazaki u Gorani daxivin. Yane em zimaneki bi nav "Kurdi" ye me heye u ji aliya din ji sê zimanên me hene ku gel dikarin wan bi nav "Zimanên ku Kurd bi wan daxivin" nas bikin. Zimanên ku Kurd daxive: Kurdi (zaravayên Bakur, Navin, u Bashur), Zazaki (zaravayên Bakur, Navin, u Bashur), u Gorani (zaravayên Text, Lehun, Kakeyi, Bacelan, etc.). Bra Sorani u Kurmanji ne zimanên cuda cudane belki zaravyên yek zimanin. Ser bi mijara "wekheviti" u "qerz kirin", bra wesa ku te got Sorani nêzik Farsi ye, te bi "qerz kirin" ishare kir. Rast e Sorani peyvên pirr ji Farsi qerz kirine lêbelê di mijara qerz kirinê de zaravaya Kurmanji ne awarte u istisna ye! Di nav Kurmanji ji bi daxve peyvên qerz kiri yên Farsi, Ermeni, Tirki, u Erebi hene. Yek ji wan peyvan bêguman "gotin" e. Ez ji ne bawiri bum ku "gotin" ji Farsi hatiye u min hizir dikir ku "got" ji "wot" < "wet" hatiye u guherandina "w" bi "g" di nav Kurdi de resen e. Lêbelê min pê zani ku "g" > "w" di nav Kurdi de tenê jibo "wi-" mumkine ne "we-": "winas-eke" > "gunase" ~ "guneh" (peyva "guneh" bixwe peyvekê Farsi ye u esla Kurdiya wê "gunase" an "finas" e; binêre: Kurdi "masi" Farsi "mahi"; Kurdi "ask" Farsi "ahu", Kurdi "xwaz-" Farsi "xah-"). Ez bawerim ku "gotin" di Kurmanji u "gutin"/kutin" di Soraniya Mukriyani u Hewlêri de ji Farsi "goften" hatine, hercend jibo demê nihayi koka/esla Kurdi hêji di nav Kurmanji de parastiye: "bêj-":
- Zimanê Iraniya Kevnar: wek / "demê buhurdi" wek + -t > wek-t > wext
- Zimanê Avestayi (Zimaneki Bakure Rojavaye Iran): vace, veshe (< wek) / "demê buhurdi" vext (< wext)
- Zimanê Parti (Zimaneki Bakurê Rojavayê Iran): waj (< wac < wec < wek) / "demê buhurdi" waxt (< wext)
- Zimanê Zazaki (zimaneki Kurdan): va(j) (< wac < wec < wek) / "demê buhurdi" vat (< waxt)
- Zimanê Gorani (zimaneki Kurdan): wac (< wec < wek) / "demê buhurdi" wat (< waxt)
- Zimanê Kurdi (Zaravaya Bashur): wish (< wesh < wek) / "demê buhurdi" wet (< wext)
- Zimanê Kurdi (Zaravaya Navin-Erdellani): wêj (< wej < wesh < wek) / "demê buhurdi" wit ( < wet < wext)
- Zimanê Kurdi (Zaravaya Navin-Mehabadi u Hewlêri): lê (<? ji Urartuyi) / "demê buhurdi" kut, gut (< goft < geubet)
- Zimanê Kurdi (Zaravaya Bakur): bêj (< wêj < wej < wesh < wek) / "demê buhurdi" got (< goft < geubt)
- Zimanê Farsiya Kevnar (Zimaneki Bashure Rojavaye Iran): geube / "demê buhurdi" geubt
- Zimanê Farsi: guy (< geube) / "demê buhurdi" goft
- Braye minê delal, ez pir bash dizanim ku grammatika Kurmanji geleki resen e u ez shanazi dikim zaravaya Kurmanjiya zimanê Kurdi. Kekê Bablekan ez ne Soranime, ne ez bawerim ku gelê, ji ditina etnoloji, bi nav Sorani di nav cihanê de hebe! Ez beri her tist mirvoim u xwe weki Kurd nas dikim u bi jêr-zaravaya Erdellani ya zaravaya Sorani daxivim ku beshek ji zimanê Kurdi ye. Zaravaya me hendek ferq dike ligel Soraniya Mehabad (Mukriyan) an Soraniya Silêmani:
- Soraniya Erdellani : Kurmanji : Soraniya Mukriyani : Soraniya Silêmani
- bêje : bêje : billê : billê
- keft : keft / ket : kewt : kewt
- heft : heft : hewt : hewt
- min têm : ez têm / dihêm : emin dêm : min yêm
- Di derbarê Soranî, tu rast dibêjî bra. Soranî ji dîtina erdnasîyê (cêografîkê) "navîn" (~ "middle") e. Ne ez belkî hîc mirovekî hishyar u zana bi zimanê Kurdî nabêje ku Soranî resentir (esîltir) ji Kurmanjî ye cimku bi wê dibêjin "Kurdiya Navîn".
- Bra pirsgirika me ne ya Kurmanj e ne Soran, pirsgirika me li ser zimane Kurdi ye.--Kak Language 23:00, 23 rezber 2011 (UTC)
Rûpela destpêkê
right|80px Hevalno , em ne gelek xebatkar in li vir lê dîsa jî em dikarin rûpela destpêkê bêhtir çalak bikin. Mînak, beşa nûçeyên wîkîpediyayê her tim wisa ye. Jixwe nivîsandina nûçeyan piçekî bi pirsgirêk e. Em dikarin vê beşê kurttir bikin û beşa bûyerên hefteyê (jidayîkbûn, mirin hwd) lê zêde bikin, ne baş e gelo? Herwiha li gorî nêrîna min guhertina wêne ji heftiyê carekê hindik e. Em nikarin vê beşê bikin wêneyê rojê? Di vê navberê de divê em nivîsekê li wêneyên me neqandî zêde bikin. Min çend wêneyên hefteyê wisa guhertin.Li wêneyê rastê binêrin hûnê nivîsê li bin agahiyên wêne bibînin. Nizanim dibe ku hevalê Ghybu ji vî karî bêhtir fêm bike. Min ji bo demkî wisa kir de em hertim heman wêneyan bikar neênin. Jixwe hinga me dest bi wêneyê rojê kir divê em rûpelekê ji bo wan bi afirînin û wan arşîv bikin. Hêvîdarim hûn jî nêrînên xwe parve bikin.—Gomadapeyam 12:58, 19 rezber 2011 (UTC)
- Silav. Min Wîkîferhengê de tiştik wisa kir: hefte 20, hefte 21, hefte 22 […] hefte 52 Ew rind e?--Ghybu 10:21, 19 rezber 2011 (UTC)
- Destê te sax be, erê rind e. Di Wîkî ya îngilîzî de bi navê Wikipedia:Picture of the day/Archive çêkirine. Lê ez dibe pêşî divê em wêneyê hefteyê bikin wêneyê rojê. Ji ber ku heftiyê carek hindik e.—Gomadapeyam 13:45, 19 rezber 2011 (UTC)
- Temam, ez paşê cêdikim; lê bi min niha "gotara hefteyê" û "wêneyê hefteyê" çêtir e ji ber ku Wîkîpediya me de hejmara bikarhêneran kêm e: xwedî nakin…--Ghybu 12:10, 19 rezber 2011 (UTC)
- Destê te sax be, erê rind e. Di Wîkî ya îngilîzî de bi navê Wikipedia:Picture of the day/Archive çêkirine. Lê ez dibe pêşî divê em wêneyê hefteyê bikin wêneyê rojê. Ji ber ku heftiyê carek hindik e.—Gomadapeyam 13:45, 19 rezber 2011 (UTC)
- Silav hevalno, ez dikarim xwedî lê derêm, bi min jî wêneya rojê rindtir e.Di Wîkîferhengê de ez vê demê ne zav aktîv bûm ji ber ku ez kêm li ser kompûterê bûm, lê belê niha dema min heye, gava ku ez ji dibistanê werim malê.Silav--//George Animal// 13:58, 19 rezber 2011 (UTC)
- Divê em rûyê rûpela destpêkê biguherin. Ghybu ez dixwazim piştre ji te re bêjim çi di serê min de ye. Rûpela niha ne pir rind e. George Animal, tu niha destê xwe nede wêneyan.ezê rûpelên bûyer, jidayîkbûn, mirin serast bikim. Piştre dibe ku karekî te çêbibe , heke tu bixwazî. —Gomadapeyam 19:08, 20 rezber 2011 (UTC)
- Gotina we ye, rûpela destpêkê ewqas rind nîne, reng jî ne xweshik e, kopiya Wîkîpediya almanî e; bi ya min Wîkîpediya îngilîzî yan Wîkiya soranî nûjentir dixuyin. Herwisa, dema hûn rûpelê biguherînin, ji bîr nekin ku, divê em qutiyên xêrhatinê bi zaravayên din jî çêkin. Ji bo nivîsara kurdiya bashûr divê em ji Kak Language pirs bikin, ez bawer dikim ku ew pê dizane. Serkevtin --MikaelF 16:46, 20 rezber 2011 (UTC)
Qutiya xêrhatinê ya rûpela seretayê
Silav Kak Language, ez bawer dikim ku tu bi kurdiya bashûr dizanî, ne wisa ye? heke zehmet nebe, tu dikarî nivîsara qutiya xêrhatinê ya rûpela seretayê bikî zaravayê kelhurî? Xwedê ji te razî be --MikaelF 16:46, 20 rezber 2011 (UTC)
- Silav û pate li te dikim Kekê Mîkaêl. Wisa rast e bra ez bi Kurdiya Başûr dizanim. Ser her du çavên min bra ezê heta îşev wê qutiye paçve bikim Kurdiya Başûr. Sipas jibo hevkariya te brayê minê hêja. Xwa le toyş razî bew kake giyan (Xwedê ji te jî razî be kekê hêja).--Kak Language 13:51, 23 rezber 2011 (UTC)
- Fermo bra qutiya xêrhatin bi Kurdiya Başûr:
- We Xér Hatine Wíkípédiya KurdÍ
- Wíkípédiya zanistnameyg azas ke le nawya her kes twanêd we zanayí xwey tiya beshdarí biked. Le mangi bendani salli 2004 da írenge 16,611 wetar we ziwani Kurdí (XX wetar we zaraway Kurdí Xwaring) tiya nusyage. Íwenísh fermúne íre beshdarí biken.--Kak Language 15:46, 23 rezber 2011 (UTC)
- Rojit we xêr bew kekegiyan, zor supas; qutiya xêrhatinê çêbûye. Hinik kurttir derket, lê ez hêvîdar im ku tu jê razî bî. Ji nuka û pê ve, bila pênûsa te geş be! Serkevtin --MikaelF 07:40, 24 rezber 2011 (UTC)
- Demit we xêr bew brakem. Qutiyekê bash e, ez razîme kekê Mîkaêl destên te xwesh brayê minê hêja, Xwedê jî ji te razî be. Hêvîdarim bikarim li Wîkîpediya Kurdî de ez çalakiyên xwe bidomim. Her serkeftig bît (hemîshe serketî bî).--Kak Language 20:39, 24 rezber 2011 (UTC)
Kekê hêja di derbarê qutiya Soranî, ez bawerim ku wisa durusttire:
"Be xêr bên bo Wîkîpediya!
Wîkîpediya zanistnameyekî azad e ke hemû kesêk detwanêt destkarî bikat. Bo bînînî wutare soraniyekan, tikaye serdanî mallperrî
ویکیپیدیای کوردیی ناوین (سۆرانی) ckb.wikipedia.org yan Wutar be zaraway kurdiyî nawendî (soranî be latînî) biken."
Sipas.--Kak Language 20:45, 24 rezber 2011 (UTC)
OpenStreetMap
OpenStreetMap projekî azad ji bo çêkirina nexşeyan e.
- translatewiki.net, OpenStreetMap - niha "interface" ne bi kurdî ye…
- transifex (json)
- OsmAnd (Werger)
- Geographical distribution of name:ku
Nexşe bi name:kuMultilingual Map Test
- Grêdan
- OpenStreetMap - project page with editing interface
- OpenStreetMap Wiki
- OpenStreetBrowser - simple map viewer
- OpenStreetMap Foundation
- Mînak: F4map
- Çêkirin
Heke hûn dixwazin: va koda bikin → vira
--Ghybu 18:28, 23 sermawez 2011 (UTC)
- Erê ji bo zimanê kurdî tiştekî baş e. Lê ez dibêjim, divê em hêdî hêdî çêkin, de tiştekî rind derkeve holê. Jixwe gelek bikarhêner li vir nîn in. Herwiha peyvên nexşekariyê jî li wir hene. Lewma nêrîna hemû hevalan hewce ye. Spas ji bo vê pêşniyarê. —Gomadapeyam 20:15, 23 sermawez 2011 (UTC)
- Hevalên hêja min xwe li wir tomar ki, lê belê min beşa zimanan nedît, hûn dikarin alîkariyê bidin min û nîşan bidin?ζΞ∀Ω 11:47, 28 sermawez 2011 (UTC)
- Ghybu, niha wan kodên te tevlî MediaWiki:Common.js bikim? Amade ye ne wisa? —Gomadapeyam 12:20, 1 berfanbar 2011 (UTC)
- Pêş de, li vira biceribîne…--Ghybu 11:30, 1 berfanbar 2011 (UTC)
- Niha, here vira: Ser Înfoboksê îkona "Nexşe" heye → 37°54′39″Bk 40°14′12″Rh / 37.91083°Bk 40.23667°Rh (Nexşe).--Ghybu 11:48, 1 berfanbar 2011 (UTC)
- Pêş de, li vira biceribîne…--Ghybu 11:30, 1 berfanbar 2011 (UTC)
- Kurdîkirin
Ghybu, em dikarin li ser nexşeya orjînal xwediyê navên kurdî bin? Niha, dema em li nexşeyê dimeyzênin navê tirkî li ser bajarên kurdistanê ye û hinga tu bi mişka (mouse) xwe diçe ser nav ya kurdî jî xuya dike. Lê heke em herin li OpenStreetMap wergera kurdî bikin, navê her derî wê bi kurdî xuya bike? —Gomadapeyam 14:55, 1 berfanbar 2011 (UTC)
- Erê, ew fonksiyona heye. 1) Hesabekî nû çêke 2) Here ser navê bajar/gund (mînak: Nazimiye) 3) Edit (mînak: click on Nazimiye/house) 4) Here ser "Advanced" (bin rûpel) 5) Key (double click) → name:ku û Vlue (double click) → Qisle
- Bnr. jî: Key:name--Ghybu 19:34, 1 berfanbar 2011 (UTC)
- Hinik nav bi kurdî ne (DYA, Tûnis, Yewnanistan, Korêya Bakur, …) Şevbaş--Ghybu 00:54, 2 berfanbar 2011 (UTC)
OsmAnd
@George Animal, Gomada, MikaelF, Xwedêda, Mehk63, QazîKurd, û Ferrus: + @Bibliophile û Bikarhêner:
Cihên ku hatine kurdî kirin (Ser Run bitikînin). Havalê Nesimis (g · b · a) û ez li Bakurê navên 4250 gund û mezran kurdî kir; mixabin piranî jî ma ne. Ser en:OsmAnd (malper) nav bi kurdî derdikevin...--Ghybu (gotûbêj) 19:47, 22 rezber 2016 (UTC)
Peywndîy Wikipediya Kurdîyekan
Em katetan baş. Be daxewe cyawazîy şêwezarekani Kurdî buwete hoy kem bûnewey peywendîy Kurdekan. Hemûman xerîkî xebatîn bo yek armanc bellam brrê car le akamekanî zehmetekan u ezmûnekanî yektir bêxeberîn. Peywendîy Wikipedya Kurdîyekanîş zor keme. pêşnyar dekem perreyek çê bkeyn bo peywendî û pirsyar bo bekarhêneranî Wikiyekanman. Be yarmetî yektirewe detwanîn pere bdeyn be zanyarîyekanî cugrafiya, çand, huner, şêwezarekan, nawdaran û xebatkaranî Kurdistan u zor zor babetî dîke. Zor spas--ئاسۆ 17:34, 27 sermawez 2011 (UTC)
- Hemû katetan baş hevalê hêja. Birastî pêşniyara te zor girîng e. Kêmasiyeke mezin e ku me heta êsta bi hevdu re pêwendiyên xwe geş nekirine. Em dikarin rûpelekê ji bo nîqaşên di navbera xwe de çêkin. Emê wê rûpelê li Dîwana xwe zêde bikin. Bila ew tenê ji bo danûstendinên me û braderên me yên bi hemû ziman û zaravayên kurdî diaxivin re be. Bi vî awayî em dikarin alîkariya hevdu bikin.—Gomadapeyam 19:15, 27 sermawez 2011 (UTC)
Guftûgo, giftûgo, wutûwêj, gotûbêj û nîqaş, behs, gengeşî
Gelî hevalan, roja we bi xêr be! Pêşniyar û behsa guherandina peyva "guftûgo" (giftûgo, wutûwêj...) bo "gotûbêj" û "nîqaş" (behs, gengeşî...?) li rûpela min hat kirin. Hûn jê re çi dibêjin? Li vir pêşniyarên xwe binivîsin, dû re em dikarin biguherînin, baş e?
- Guftûgo --> Gotûbêj
- Rûpela min a Guftûgoyê --> Rûpela min a Gotûbêjê, Gotûbêja min?
- Nîqaş --> Gotûbêj, Behs? Gengeşî??
Silav --MikaelF (nîqaş) 07:54, 29 avrêl 2012 (UTC)
Silav Gelî hevalan, Bi dîtina min, havêtina hindek peyvên mîna nîqaşê, kitêbê, ... ji ber wê ko ji erebîyê ne, karekê bêmifa û nerast e. Ew peyvên ji zimanê erebî ko ji zûde ye di zimanê me da ne û li her çar parçeyên Kurdistanê û hema bibêje di hemî devokan da hene û hemî kurd têdigehin milkê zimanê kurdî ne û ew têgehiştina wan ji hêla her kurdekî ve (çi xwenda û çi nexwenda û ser bi her devokekê ve) sermayeyeka mezin e û baştir e ji peyveka çêkirî ya naylon ko dibe hemî kes jê fehim nekin. Bila em ji Ingilîzan fêr bibin ko zimanê wan ji peyvên hemî neteweyan tijî bûye û qet napirsin ka koka filan peyva wan ji latînîyê an ji fransîyê an ji erebîyê ye. Ji alîyekê dî ve, avakirina peyiva "gotûbêj"ê ne li goreyê rêziman û morfolojîya zimanê kurdîyê ye. Kurd dibêjin "hatinûçûn", kurd nabêjin "hatûçû". Ev form di farsîyê da heye (herçend e ko kesên mîna Ehmedê Kesrevî yê rehmetî jî li dijî wê bû) û soranan jî ew ji farisîyê înaye. --Bikarhêner:KurdoChali
Gotûbêj
Silav ji bo li cihê niqaş an guftûgo, gotûbêj bi kar nahênin? Niqaş erebiye û guftûgo jî farsiye, binêre:
Farsî: Guften (guft) + firman (go) => guftûgo
Kurdî: Gotin (got) + firman (bêj) => gotûbêj
Di kurdiya soranî de herwesa dibêjin witûwêj, binêre:
Witin (wit) + firman (wêj) => witûwêj
Wişeya kurdî çêtire heta erebî û farsî!
--ÇalakGotûbêj 12:03, 27 avrêl 2012 (UTC)
- Gotûbêj baştir e, heger nîqaş bi erebî be. --Bablekan (nîqaş) 08:29, 28 avrêl 2012 (UTC)
- Nîqaş erebiye (نِقاش). Heke pêwîste dikarin rapirsî bikin.--ÇalakGotûbêj 21:00, 28 avrêl 2012 (UTC)
- Bi rastî ez dibê qey peyva guftûgoyê di nav kurdan de pirr nayê bikaranîn. Jixwe weke hevalê Çalak jî daye xuyakirin, bêhna kurdîtiyê bêhtir ji Gotûbêjê tê. Herwiha divê neyê jibîrkirin, ne gengaz e ku em hemû peyvên biyanî ji kurdî derxin.--Gomada (nîqaş) 11:02, 29 avrêl 2012 (UTC)
- Ez nebêjim kurdî dibe 100% pakij be, ez dibêjim heta peyva kurdî heye ji bo peyva biyanî? Di badînî de (li başûrê kudistanê) Gotûbêj zêdetir dê bikaranîn heta kurmancî, mînak soranî ku dibêjin Witûwêj. Fars an ereb dibêjin Gotûbêj heta em jî bibêjin Guftûgo (گفتوگو), Behs (بحث) an Nîqaş (نِقاش)?!--ÇalakGotûbêj 15:57, 29 avrêl 2012 (UTC)
- Bi rastî ez dibê qey peyva guftûgoyê di nav kurdan de pirr nayê bikaranîn. Jixwe weke hevalê Çalak jî daye xuyakirin, bêhna kurdîtiyê bêhtir ji Gotûbêjê tê. Herwiha divê neyê jibîrkirin, ne gengaz e ku em hemû peyvên biyanî ji kurdî derxin.--Gomada (nîqaş) 11:02, 29 avrêl 2012 (UTC)
- Nîqaş erebiye (نِقاش). Heke pêwîste dikarin rapirsî bikin.--ÇalakGotûbêj 21:00, 28 avrêl 2012 (UTC)
- Gotûbêj baştir e, heger nîqaş bi erebî be. --Bablekan (nîqaş) 08:29, 28 avrêl 2012 (UTC)
Hevalno, ji ber ku gengeşiya me bê encam nemîne, ez dixwazim, pêşniyara hevalê Çalak bi cih bînim. Herwiha ne hewceye em du peyvên cuda bikarbînin. Lewma li wîkiya îngilîzî jî , ji bo nîqaş û guftûgoyê tenê peyva talk tê bikaranîn. Heke hûn ne pejirînin, dîsa jî em dikarin nîqaş bikin (: Di vê navberê de, ez dixwazim dîsa bêjim, peyvên weke nîqaş û guftûgo wê di jiyana me de bin, lê dibê ku rojekê nevîçirkên me ji jiyana xwe paqij bikin (: —Gomadapeyam 21:26, 18 gulan 2012 (UTC)
- Talk Namespaces li Bugzilla tên wergarandin…
- Pirsek: bi kurdî, Bikarhêner gotûbêj / Şablon gotûbêj an Gotûbêj bikarhêner / Gotûbêj şablon?--Ghybu (gotûbêj) 00:29, 19 gulan 2012 (UTC)
- Gotûbêja bikarhêner / Gotûbêja şablon raste mînak kurdiya soranî: Witûwêjî bekarhêner / Witûwêjî darrêje.--ÇalakGotûbêj 09:49, 19 gulan 2012 (UTC)
Silav hevalno. Bi dîtina min, peyiva gufûgo û witûwêj û gotûbêj hemî jî ne kurdî ne. Rast e, hemî parçeyên wan (got, wit, go û bêj) kurdî ne, lê avakirina peyvê ne kurdî ye. Di kurdîyê da berê kesî weha negotîye. Birayên soranî-axêv li destpêkê ew hema bi rengê farisîya wê (goftûgo) ji farsî derbazî nivîsînên xwe kir, paşî ji ber rexneyên li ser farisîbûna wê, hindekan ew "wergerrand" soranîyê û du awayên gotûbêj û witûwêjê jê çêkirin. Lê ev form farisî ye. Kurdan nimûneyên wê nebûne: hatinûçûn heye, keftûleft heye, hilgirdagêr heye, ... lê hatûherr nîne, keftûkev nîne. Farisan ev heye: goftûgû, costûcû, ... KurdoChali (gotûbêj) 10:10, 2 gulan 2020 (UTC)
Pêşniyar: Nîqaş → Gotûbêj
- Namespaces / Bugzilla: Bug 37436
Wîkîpediya (ku.wikipedia), Wîkîfeheng (ku.wiktionary), Wîkîpirtûk (ku.wikibooks), Wîkîgotin (ku.wikiquote)
- {{ns:Talk} → Nîqaş => Gotûbêj
- {{ns:User talk}} → Bikarhêner nîqaş => Gotûbêja bikarhêner
- {{ns:Project talk}} → Wîkîpediya nîqaş => Gotûbêja Wîkîpediyayê
- {{ns:Category talk}} → Kategorî nîqaş => Gotûbêja kategoriyê
- {{ns:Template talk}} → Şablon nîqaş => Gotûbêja şablonê
- {{ns:File talk}} → Wêne nîqaş => Gotûbêja wêneyî
- {{ns:Help talk}} → Alîkarî nîqaş => Gotûbêja alîkariyê
- {{ns:MediaWiki talk}} → MediaWiki nîqaş => Gotûbêja MediaWiki
- {{ns:101}} → Portal nîqaş → Gotûbêja portalê
- + Wîkîferheng (ku.wiktionary):
- {{ns:101}} → Pêvek nîqaş => Gotûbêja pêvekê
- {{ns:103}} → Nimînok nîqaş => Gotûbêja nimînokê
- {{ns:105}} → Portal nîqaş => Gotûbêja portalê
- Nav guherandin (translatewiki.net)
Deng dan
Şablon: {{erê}} / {{na}} / {{notr}} / {{şîrove}}
- Şirove Tu dikarî vana yek yek kontrol bikî, tu jî dizanî kurdiya min ne rind e ("Gotûbêja MediaWiki"?)…--Ghybu (gotûbêj) 14:05, 6 pûşper 2012 (UTC)
- Şirove Ez dizanim, min kontrol kir. Ez li ser "Gotûbêja MediaWiki" fikirîm, lê li ti derî MedyaWîkî/Wîkîmedya nehatiye nivîsandin. Lewma min tiştek negot. Gelo em biguherin?—Gomadapeyam 14:08, 6 pûşper 2012 (UTC)
- Şirove Bi îngilîzî çêtir e!--Ghybu (gotûbêj) 15:33, 6 pûşper 2012 (UTC)
- Şirove Ez dizanim, min kontrol kir. Ez li ser "Gotûbêja MediaWiki" fikirîm, lê li ti derî MedyaWîkî/Wîkîmedya nehatiye nivîsandin. Lewma min tiştek negot. Gelo em biguherin?—Gomadapeyam 14:08, 6 pûşper 2012 (UTC)
- Şirove Tu dikarî vana yek yek kontrol bikî, tu jî dizanî kurdiya min ne rind e ("Gotûbêja MediaWiki"?)…--Ghybu (gotûbêj) 14:05, 6 pûşper 2012 (UTC)
- Erê. Min ev sererast kir: Gotûbêja wêneyê --> Gotûbêja wêneyî, yan jî Gotûbêja wêne --MikaelF (gotûbêj) 15:09, 6 pûşper 2012 (UTC)
"çep û rast" bo "left û right"
- Silav hevalno
- gelo em di wêneyên xwe de parametre bo right û left rast û çep bi kar naynin?--15:15, 6 pûşper 2012 (UTC)
Stêrk ji bo gotaran
Silav, gotareke din heye ya ku bi dîtina min gelek bash û rêkûpêk e û ji zû ve min dixwest stêrkekê bidimê; ew gotara Xelfetî (navçe) ye. Ghybu tu çi dibêjî? Dema te xwesh be --MikaelF (nîqaş) 06:45, 5 adar 2012 (UTC)
- Erê gotarekî baş e … Dîsa jî, bi min, di gotarê de beşên "Erdîngarî", "Dîrok", "Aborî", "Çand û huner" pêwîst in…
- Em jî tiştên vitira (Wîkîpediya:Gotarên baş) (an jî vitira (Wîkîpediya:Gotarên bijarte- {{Gotara bijarte}})) çêkinê û dengê xwe bidinê? Hûn dizanin…
- Mînak: Di "Wîkîpediya:Gotarên baş/Xelfetî (navçe)" de dengê xwe bidin. Ez nikanim çêkim, zimanê min ne rind tu jî dizanî :) Silav--Ghybu (nîqaş) 14:50, 5 adar 2012 (UTC)
- Slav hevalno, ez jî bi destûra we tevlî nîqaşê dibim. Bi ya min heta komeke hevalên kontrolker nebe, ne rast e ku em stêrkan bidin gotarên xwe. Divê em bi rêk û pêk gotaran kontrol bikin û piştre ji xebatkara bipirsin. Mixabin niha mirovên ku tenê karin bi vê ve mijûl bibin di wîkiya me de nîn in.--Gomada (nîqaş) 14:56, 5 adar 2012 (UTC)
- Qasî ez dibînim hevalên ku 'gotara hefteyê' hildijêrin hene. Cima 'stêrkek' an jî navnîsanek ji bo gotarên hefteyê naye avakirin? Bi vî havî gotarên hefteyê karin wiha bên nîsankirin ku mêvan zanibe ev gotareke hilbiajrtî bû. Naxwe, sablona 'Gotarên bijarte' wiha kare bê bikaranîn. We got ci? Meqset, bila mêvan (kurd an biyanî) zanibe ku di nava Wîkîpediya kurdî de jî gotarên 'bas' hene :) --Ferrus (gotûbêj) 12:32, 10 pûşper 2012 (UTC)
- Slav hevalno, ez jî bi destûra we tevlî nîqaşê dibim. Bi ya min heta komeke hevalên kontrolker nebe, ne rast e ku em stêrkan bidin gotarên xwe. Divê em bi rêk û pêk gotaran kontrol bikin û piştre ji xebatkara bipirsin. Mixabin niha mirovên ku tenê karin bi vê ve mijûl bibin di wîkiya me de nîn in.--Gomada (nîqaş) 14:56, 5 adar 2012 (UTC)
Universal Language Selector
Ji bo alfabeya kurdî ya latînî van metodan bixwazinê: Kurdî h − Kurdî tr − Translîterasyon
Kurdî h
Nav: Kurdkî h / Kurdî h
Hûrek | Girek | |||
---|---|---|---|---|
s h → ş | s h h → sh | S h / S H → Ş | S h h → Sh | S H H / S h H → SH |
c h → ç | c h h → ch | C h / C H → Ç | C h h → Ch | C H H / C h H → CH |
x h → ẍ | x h h → xh | X h / X H → Ẍ | X h h → Xh | X H H / X h H → XH |
h h → ḧ | h h h → hh | H h / H H → Ḧ | H h h → Hh | H H H / H h H → HH |
u u → û | u u u → uu | U u / U U → Û | U u u → Uu | U U U / U u U → UU |
e e → ê | e e e → ee | E e / E E → Ê | E e e → Ee | E E E / E e E → EE |
i i → î | i i i → ii | I i / I I → Î | I i i → Ii | I I I / I i I → II |
gh → ẍ (ghh → gh) // Gh → Ẍ (Ghh → Gh)
Mînak: Ji bo vê sîstema, dema ku hûn Sh
dinivîsin tîpa Ş
derdikeve, eger hûn Sh
dixwazin Shh
tê nivîsandin (h du caran)...
Pêşniyarên çêtir hene? Tîpên din jî pêwîst in (Îî, Ûû, Êê)?--Ghybu (gotûbêj) 20:14, 23 pûşper 2013 (UTC)
- Heke binivîsin
Sh
tîpaŞ
tê nivîsandin, em çawanShh
binivîsin? (Sh
+h → Şh)--ÇalakГотубеж 01:16, 24 pûşper 2013 (UTC)- Na,"
Sh
+h" → "Sh"
ji ber kû Ş + h (Shh) → Sh (min li jor nivîsandîbû)--Ghybu (gotûbêj) 08:34, 24 pûşper 2013 (UTC) - Pirsgirêk çêkirana van peyvan e: "şh" "çh" lêbelê ew peyvan di kurdî de pir tunin... (dîsa jî tê çêkirin: Sh_+h → Ş_h → Şh)--Ghybu (gotûbêj) 08:34, 24 pûşper 2013 (UTC)
- Li vir ser zimanê esperantoyê biceribîne (Esperanto h) (c+h → ĉ; ĉh (chh) → ch; ch_h → ĉ_h paşê bike ĉh)--Ghybu (gotûbêj) 08:34, 24 pûşper 2013 (UTC)
- Na,"
Pêşniyara min:
- sh → ş (shh → sh) / Sh → Ş (Shh → Sh)
- ch → ç (chh → ch) / Ch → Ç (Chh → Ch)
- xh → ẍ (shh → xh) / Xh → Ẍ (Xhh → Xh)
- hh → ḧ (hhh → hh) / Hh → Ḧ (Hhh → Hh)
- uu → û (uuu → uu) / Uu → Û (Uuu → Uu)
- ii → î (iii → ii) / Ii → Î (Iii → Ii)
- ee → ê (eee → ee) / Ee → Ê (Eee → Ee)
--ÇalakГотубеж 10:23, 24 pûşper 2013 (UTC)
- Spas, Ji bo tîpa "ẍ" (gh → ẍ (ghh → gh)) pêşniyara MikaelF bêtir e... Na?--Ghybu (gotûbêj) 10:30, 24 pûşper 2013 (UTC)
- Na, ez gh → ẍ hez nekim ji ber ku li kurdî de ẍ bi x nêzîke ne bi g.--ÇalakГотубеж 11:22, 24 pûşper 2013 (UTC)
- Ji ber ku tîpa "Ẍẍ" wekî (şûnda) tîpa "Ĝĝ" tê bikaranîn. Nerînên bikarhênerên din jî hewce ne...--Ghybu (gotûbêj) 11:26, 24 pûşper 2013 (UTC)
- Bila her du be, hem gh → ẍ û hem jî xh → ẍ; wisa baştir niye?--ÇalakГотубеж 11:31, 24 pûşper 2013 (UTC)
- Yek rind e... Ez jî metoda "xh" hez dikim; metoda "gh" li gorî tîpa zimanê tirkî hatiye çêkirin.. Dîsa jî, nerînên bikarhênerên din jî hewce ne.--Ghybu (gotûbêj) 11:52, 24 pûşper 2013 (UTC)
- Raste, li tirkî dinivîsin Ğğ her boye gh → ẍ lêbelê li kurdî dinivîsin Ẍẍ yanî xh → ẍ kurdîtire.--ÇalakГотубеж 12:00, 24 pûşper 2013 (UTC)
- Bo bikarhênerên ku klavyeya tirkî bikar tînin, ı → i, i → î pêwîst in an na? xh → ẍ bo çi kurdîtir e, min fehm nekir. Gh bi gelek zimanan berî afirandina alfabeya tirkî hatiye bikaranîn bo غ a erebî û di pey de bi soranî ji layê Taufiq Wahby û C.J. Edmonds ve dihat bikaranîn. Silav --MikaelF (gotûbêj) 12:21, 24 pûşper 2013 (UTC)
- Raste, li tirkî dinivîsin Ğğ her boye gh → ẍ lêbelê li kurdî dinivîsin Ẍẍ yanî xh → ẍ kurdîtire.--ÇalakГотубеж 12:00, 24 pûşper 2013 (UTC)
- Ji ber ku tîpa "Ẍẍ" wekî (şûnda) tîpa "Ĝĝ" tê bikaranîn. Nerînên bikarhênerên din jî hewce ne...--Ghybu (gotûbêj) 11:26, 24 pûşper 2013 (UTC)
- Na, ez gh → ẍ hez nekim ji ber ku li kurdî de ẍ bi x nêzîke ne bi g.--ÇalakГотубеж 11:22, 24 pûşper 2013 (UTC)
Niha rind e? Û çi nav pê ve kinê: "Kurdî h" ? --Ghybu (gotûbêj) 14:29, 24 pûşper 2013 (UTC)
- xh ji bo ẍ çêdibe. Gh hertim ji bo ẍ naye bikaranîn. Mînak; en:Bahman Ghobadi û li wîkiya me, Behmen Qubadî hatiye nivîsandin. Lê di klavyeyan de g û h li pey hev in. Ev jî avantajeke ji bo bikaranîna bilez.—Gomadapeyam 18:53, 25 pûşper 2013 (UTC)
Agahdarî
Bi vê methoda çêkirina "çh", "şh", "ẍh", "ḧḧ", "îî", "êê", "ûû" pirsgirêk in, lêbelê peyvên witira pirr tunin.
Dîsa jî tên çêkirin, mînak ji bo "şh" û "îî":
- sh_h → ş_h → ("valahiyê" rakin) → şh
- ii_ii → î_ î → ("valahiyê" rakin) → îî
- Ji bo "îîî": îî_ii → îî_î → ("valahiyê" rakin) → îîî
- hwd...
--Ghybu (gotûbêj) 09:14, 6 tîrmeh 2013 (UTC)
- Zor başe, spas.--ÇalakГотубеж 09:21, 6 tîrmeh 2013 (UTC)
- Dibe ku te min rind fêm nekir Li vir "_" valahî ye (nîşana _ nîne). Paşê tu xwe "valahiyê" radikî, otomatîk nîne--Ghybu (gotûbêj) 11:51, 6 tîrmeh 2013 (UTC)
- Ps: Otomatîk rind e (î_î → îî; û_û → ûû; ş_h → şh, ...)?--Ghybu (gotûbêj) 12:04, 6 tîrmeh 2013 (UTC)
Kurdî tr
Metod ji bo klavyeya tirkî:
Nav: Kurdkî tr / Kurdî tr
Hûrek | Girek | |||
---|---|---|---|---|
ğ → ẍ | – | Ğ → Ẍ | − | − |
ı → i | – | − | − | − |
i → î | − | İ → Î | − | − |
ö → ê | – | Ö → Ê | − | − |
ü → û | – | Ü → Û | − | − |
h h → ḧ | h h h → hh | H h / H H→ Ḧ | H h h → Hh | H H H / H h H → HH |
Pêşniyara min:
- ı → i (ıı → ı)
- i → î (ii → i) // İ → Î (İi → İ)
- ü → û (üü → ü) // Ü → Û (Üü → Ü)
- ğ → ẍ (ğğ → ğ) // Ğ → Ẍ (Ğğ → Ğ)
- ö → ḧ (öö → ö) // Ö → Ḧ (Öö → Ö) (?)
- ee → ê (eee → ee) / Ee → Ê (Eee → Ee)
Bila du metod be, zerer nekin! --ÇalakГотубеж 16:57, 24 pûşper 2013 (UTC)
Ez jî wek Çalak difikirim. Lê jiber ku em herfa "ê" pir kar tînin, şunda "ö → ḧ" ez "ö → ê" pêşnîyar dikim:
- ı → i // I → I (I ya mezin bixwe heye)
- i → î // İ → Î
- u-U bixwe heye, guherandin hewce nake
- ü → û // Ü → Û
- ğ → ẍ // Ğ → Ẍ
- ö → ê // Ö → Ê
- hh → ḧ (hhh → hh) // Hh → Ḧ
Eger du metod hebe, bila pêşnîyarên heval Çalak jî li zêde bin. Neribij (gotûbêj) 14:39, 25 pûşper 2013 (UTC)
- Navê "Klavyeya tirkî" ne rinde, ez hez nakim peyva "tirkî" hebe.--ÇalakГотубеж 20:10, 25 pûşper 2013 (UTC)
- @Neribij @Çalak: Guherandinan (ıı → ı; üü → ü; öö → ö; ğğ → ğ) rakim?--Ghybu (gotûbêj) 11:02, 5 tîrmeh 2013 (UTC)
- Çima?--ÇalakГотубеж 11:05, 5 tîrmeh 2013 (UTC)
- Li jor xwastina Neribijê binêre (tîpên "ı", "ü", "ö" û "ğ" di alfabeya kurdî de tûnin û tîpa "i" bi "ı" derdikeve)... Û bi vê metoda peyvên "ii", "îî", "ûû", "êê" û "ẍẍ" dernakevin lêbelê mîrov dikarî tîpên tirkî jî binivîsî. Nizanim kîjan çêtir e...--Ghybu (gotûbêj) 11:18, 5 tîrmeh 2013 (UTC)
- Bi bawerê min tîpên tirkî ne pêwîste.--ÇalakГотубеж 11:22, 5 tîrmeh 2013 (UTC)
- Min rakir...--Ghybu (gotûbêj) 12:48, 5 tîrmeh 2013 (UTC)
- Bi bawerê min tîpên tirkî ne pêwîste.--ÇalakГотубеж 11:22, 5 tîrmeh 2013 (UTC)
- Li jor xwastina Neribijê binêre (tîpên "ı", "ü", "ö" û "ğ" di alfabeya kurdî de tûnin û tîpa "i" bi "ı" derdikeve)... Û bi vê metoda peyvên "ii", "îî", "ûû", "êê" û "ẍẍ" dernakevin lêbelê mîrov dikarî tîpên tirkî jî binivîsî. Nizanim kîjan çêtir e...--Ghybu (gotûbêj) 11:18, 5 tîrmeh 2013 (UTC)
Translîterasyon
Ne hewce ye
Tîpên erebî (klavyeya erebî) → Tîpên kurdî ya latînî:
- (Pêşniyar?)
@Çalak: Metoda translîterasyon hewce ye?--Ghybu (gotûbêj) 18:49, 25 pûşper 2013 (UTC)
- Bra Ghybu ji nêrîna min ne pêwîste, ji ber ku her kes alfabeya erebî dizane, alfabeya latînî jî dizane; dikare metod "Kurdî h" bikarbihîne.--ÇalakГотубеж 19:26, 25 pûşper 2013 (UTC)
îy → iy
@Ghybu: Silav bo te Ghybu, min dixwest tiştekî pirs bikim, emê guherîna "îy → iy" bi awayekî otomatîk çawa bikaribin bikin? --MikaelF (gotûbêj) 13:46, 1 tîrmeh 2016 (UTC)
- @MikaelF: Erê, bi fonksiyona "kurdi-h" re tê çêkirin; feqet bi dimilkî "îy" çewt nîne...--Ghybu (gotûbêj) 16:53, 1 tîrmeh 2016 (UTC)
Wikimedia commons
Çawa e hun navê Wikimedia commonsê bikin Wîkîembar; herwekî ya farsî? Îrec Mêhrbexş (gotûbêj) 11:38, 19 tîrmeh 2013 (UTC)
Sorry for writing this in English, and perhaps not placing this notice on the appropriate pages - please translate into your local language and do with it however you think is best.
This notice is to inform you that the requests for comment discussion page opened up on Meta-Wiki as linked above has been closed as unactionable for lack of consensus given the appropriate timespan. The last comment died out on 10 June 2012, as indicated by the timestamp at the bottom of the page, followed by another user's minimal comment when they happened to stumble across it. If however you would like to restart the discussion, feel free to reopen it, but please make sure to link back to any discussions found here so that the people at Meta-Wiki can better reevaluate the situation, and whether or not there is consensus to rename this wiki. If a positive result is achieved in favor of renaming, then perhaps we can contact the devs using bugzilla:30376 again, but be advised that the current bugzilla ticket at bugzilla:19986 indicates this may take a long time to accomplish, even if consensus was reached in that time.
That concludes this message from Meta-Wiki. And again, apologize for writing in English, please translate as you find appropriate. TeleComNasSprVen (gotûbêj) 05:17, 7 reşemî 2014 (UTC)
Please add variant word of you languages in this list.--Kaiyr (gotûbêj) 08:28, 17 gelawêj 2014 (UTC)
Pêshniyaza guherandina navê Wîkîpediya bo Wîkîpedî û Wîkîpediya kurdî
Ev dema we xwesh be, hevalên hêja, sala we pîroz be! Nuha çend wext e min dixwest guherandina navê Wîkîpediya bo Wîkîpedî pêshniyaz bikim. Em ensîklopedî dibêjin, ji bo vê hindê jî em dikarin Wîkiya xwe wekî Wîkîpedî û Wîkîpediya kurdî (ne Wîkîpediya, Wîkîpedya, Wîkîpediyaya kurdî) nav lê bikin, ne wilo? Karekî zêde mezin e? Hûn çi dibêjin? Bi silavên germ --MikaelF (gotûbêj) 08:04, 15 rêbendan 2015 (UTC)
Gotarên Baş û Xelat
Du pêşniyarên min hene. Ya yekem : bila gotarên baş wekî wîkîpediyayên din bi "Stêrk"ek bê dayîn. Ya duyem: bila her meh ji kesên ku gotarên baş çêkirin re xelatek bê dayîn. Wê ev bike ku gotarên baş zêde bin.--Bikarhêner (gotûbêj) 10:55, 11 rezber 2015 (UTC)
- Ji min, ew baş bibe ku gotarên baş ên Wîkîpediyaya kurdî bên nîşan dan. Min dest bi wergerandina gotarên kurdî bo frensî. Gotara yekemîn, a derbarî Thomas Bois, baş bû, lê rêveberan xwest ku ez çavkanîyan zêde bikim. Ez dixwazim gotarên din wergerim, lê ez nikarim ji ber ku çavkanîyên wan ne bes in. Gava ku kategorîyeka gotarên baş wê hebe, ezê bikarim van wergerim. Ez hêvî dikim ku du sê bikarhêner wexta xwe ya qontrolkirina gotaran hebin. – CathFR (gotûbêj) 12:42, 14 kewçêr 2015 (UTC)
Kategorî û şablon
Ji ber kêşeya(belkî ji nezanîna min be) ku şablonên kes, film, rêzefilm, siyasetmedar û hwd yan peyda nabin yan jî ji yên zimanên din cuda ne ez bi xwe nikarin wan şablonan baş durist bikim, ya dî hemû kategorî jî peyda nabin, lew ji bo şablonan pêşniyaza min ku em şablonên xwe li gorî yên ingilîzî çêkin ta ku bi hêsanî em wan agahiyan bibin(sedema ingilîzî jî ew e ku zimanê herî zêde agahî pê peyda dibin) û li cihekî diyar bin. ya ji bo kategoriya ku em rûpelekê çêkin bo nîqaşa kargoriyan û çêkirin û lêzedekirina wan: mixabin ez zêde jê fêm nakim loma naxwazim zêde xwe lê bikim bele û tevliheviyan çêkim. --~dilyaramudeDilyaramude (gotûbêj)
Tîpên Kurdî
Silav û rêz bikarhênerên hêja. Dikê teklîfeke min li we hebîya:
Ez dibême em êdîna di Kurdî de şunê Ê → þ, şunê Î → ſ bikarbînin. Hûn çi dibêne?Mehk63 peyam 03:21, 24 pûşper 2016 (UTC)
- @MikaelF, Gomada, û Mehk63: Silav, Rind û ne rind, hez dikinê û ne hezdikinê tîpên kurdî hene em nikarinê li gorî tercîh xwe stadardê xwe çêkinê.--Ghybu (gotûbêj) 10:43, 24 pûşper 2016 (UTC)
- @Ghybu: meqhere. Ema E û Ê nolê hevin. Heke yek werê guherandin.Mehk63 Peyam 10:52, 24 pûşper 2016 (UTC)
- @Mehk63: Ez dibêjim, ji kerema xwe re, here Wîkîpediya tirkî yan ya îngilîzî heman guherînê pêşniyaz bike... ez jî ji herfa A hez nakim, bila ǚ be, Ǣ jî rind e, yan Œ, nizanim... --MikaelF (gotûbêj) 23:20, 24 pûşper 2016 (UTC)
- @Ghybu:, xeman nexwe, Mehk63 henekan dike, tewşo mewşo diaxive. Bavêje paş guh... bi silav û rêz bo te Ghybucan. --MikaelF (gotûbêj) 23:41, 24 pûşper 2016 (UTC)
- @Ghybu: meqhere. Ema E û Ê nolê hevin. Heke yek werê guherandin.Mehk63 Peyam 10:52, 24 pûşper 2016 (UTC)
- Temam hevalno em tîpa bila neguherînin.
Pelga Facebook'ê
Silav hevalên hêja. Fikreke min heye ji bo Wîkîpediya Kurdî. Ez dibême em pelgeke Wîkîpediya Kurdî li Facebook'ê ava bikin. Eze wê pelgê çê bikime. Him wê wanî Wîkî me jî hinekî din wê şên bibê.Mehk63 Peyam 17:25, 6 tîrmeh 2016 (UTC)
Edittools
Silav, Min koda Edittools (→ charinsert) li gorî en.wikipedia kir. Vitira rind e? Pêşniyar?--Ghybu (gotûbêj) 17:37, 28 berfanbar 2016 (UTC)
- Dembaş, te gelek baş çêkir, pirr rind e! Destxweş bî, birêz Ghybu! --MikaelF (gotûbêj) 08:41, 29 berfanbar 2016 (UTC)
İmperatorî an Keyakserî
Silav hevalno. Peyva Împeretorî heke wekî keyakserî be. Mînak: ne Împeretoriya Bizansî, Keyakseriya Bizansî'Mehk63 Peyam' 04:41, 5 kanûna paşîn 2020 (UTC)
Gotina “zimanê bav û kalan”
Rêzdarên hêja. Berî sê salan min di nivîseke xwe de rexneyek li Wîkîpediyayê kir "Pir mixabin heya ku di #WîkîpediyaKurdî de jî “Zimanê bav û kalan” li şûna zimanê dayîkê xistine serê rûpelê".
Ji bo çi sernivîsa gotarê Zimanê bav û kalan, ne zimanê dayîk û bavan!!! Zimanê bav û kalan
Nivîsa min: [6]https://zinarala.wordpress.com/2017/08/04/gotina-bav-u-kalan-sere-me-xwariye/ — Ev peyama bêîmze ya Zinar Ala (gotûbêj • beşdarî) ye.
Peyva Nivîsar li şûna Gotar-ê
Gelî hevalan, bi dîtina min bikarînana peyiva "gotar"ê li şûna peyiva ingilîzî ya "article"ê şaş e. Gotar ew tişt e yê ko dihêt gotin an proseya gotinê bi xwe ye. Anko gotar dikare li şûna peyiva "lecture"ê ya ingilîzî bihêt xebitandin. Lê li şûna wê mirov dikare di kurdîyê da peyiva "nivîsar"ê ji bo "article"ê bixebitîne. -- Bikarhêner:KurdoChali
- @KurdoChali, Ghybu, MikaelF, û Gomada: @Mohajeer, Jiju, Pispor, û CathFR: @Xwedêda, Rasti, Bargiranewe, û Avestaboy: Merheba hevalino. Gotina Bikarhêner:KurdoChali rast in, lê belê peyva gotar hinek berbelav e, lê dîsa ger em biguherînin çêtir e, bi min. -- Bikarhêner (gotûbêj) 21:41, 2 gulan 2020 (UTC)
- Bi fikra min jî nivîsar çêtir e 👍 Mohajeer (gotûbêj) 08:51, 3 gulan 2020 (UTC)
- Bi min jî "nivîsar" çêtir e. Rasti (gotûbêj) 12:58, 3 gulan 2020 (UTC)
- Bi ya min, gotar, nivîsar û meqale hemû baş in. Lê nivîsar rind e. Bi inglîzî "article" yan "entry". Gelo em dikarin nivîsarnivîs, nivîsarnûs, nivîsaran nivîsandin, nivîsandina nivîsaran binivîsin? Bi silav û rêz --MikaelF (gotûbêj) 17:17, 3 gulan 2020 (UTC)
- "Ji meha kanûna paşîn a sala 2004an ve 27.609 nivîsarên bi kurdî hatine nivîsandin." Gelo baş e? --MikaelF (gotûbêj) 14:41, 4 gulan 2020 (UTC)
- We çaxe em dev jê berdin. em hînê peyva gotarê bune, neguherînin. Rasti (gotûbêj) 14:50, 4 gulan 2020 (UTC)
- "Ji meha kanûna paşîn a sala 2004an ve 27.609 nivîsarên bi kurdî hatine nivîsandin." Gelo baş e? --MikaelF (gotûbêj) 14:41, 4 gulan 2020 (UTC)
- Bi ya min, gotar, nivîsar û meqale hemû baş in. Lê nivîsar rind e. Bi inglîzî "article" yan "entry". Gelo em dikarin nivîsarnivîs, nivîsarnûs, nivîsaran nivîsandin, nivîsandina nivîsaran binivîsin? Bi silav û rêz --MikaelF (gotûbêj) 17:17, 3 gulan 2020 (UTC)
- Bi min jî "nivîsar" çêtir e. Rasti (gotûbêj) 12:58, 3 gulan 2020 (UTC)
- Bi fikra min jî nivîsar çêtir e 👍 Mohajeer (gotûbêj) 08:51, 3 gulan 2020 (UTC)
Erê, şaşîya wê çi ye ko em bibêjin, "Ji meha kanûna paşîn a sala 2004an ve 27.609 nivîsarên bi kurdî hatine nivîsandin." Ji xwe mentiq jî her ev e: nivîsar dihên nivîsîn/nivîsandin, xwarin dihên xwarin û gotar dihên gotin, gotar jî dikare bihê nivîsîn, lê wê demê ew nivîsar dibe transkrîba wê gotara ko bi dev hatîye gotin. KurdoChali (gotûbêj) 23:39, 13 hezîran 2020 (UTC)
- Rojbaş ji we re! Bi ya min em careke dî li ser vê mijarê dan û standinê bikin baş e. Bi ya min em dikarin li ser Wîkîpediyayê peyva gotar bi nivîsar biguherin. Ji bo vê em dikarin dengdanekê bidin destpêkirin. Çi dibêjin? —Gomadapeyam 12:08, 2 çiriya pêşîn 2023 (UTC)
betalkirin
Silav û rêz hevalê Erdal! Dixwazim bizanibim çima hun ev rupela ez bi navê hevalê medyakar Hogir Silêvaney betaldiken. Hogir ciwanek jêhatî û delale. Gerek em piştevanbin bo ciwanên me yên kurd mîna ev hevalê jêhatî. Hogir gelek bizav û xizmeta takê kurd kirîye û hebona rupeleka wîkî ji bi zimanê kurdî ji wîra ne lazme lê dixwazim her kes kurdbe bizanibin ka erê Hogir çi dike û çi kirye.
Dixazim ji heweyê hêja rupela min ya binavê Rojnamevan Hogir Alsilevanai an Hogir Silêvaney êdî nehê betalkirn. Her tiştê ko hun dixazn li ber destê min heye ko hevalê Hogir keseke Ensîklopedîk be taybet jî li başorê Kurdistanê û welatê Swêdê jî.
Rêz û hurmet Îhsan Ehmet
- Hevalên hêja @Penaber49, Ghybu, MikaelF, û Gomada: , kesekî li ser rûpela Erdal Ronahî nivîsiye. Bi fikra min jî bila neyê jêbirin. Mohajeer (gotûbêj) 10:44, 14 hezîran 2020 (UTC)
- Derbarê nivîsara li ser Hogir Silêvaneyî de rûpela gotûbêjê ya gotarê ew e: https://ku.wikipedia.org/wiki/Gotûbêj:Hogir_Silêvaney Birêz Îhsan Ehmet kî ye, bikarînerekî Wîkîpediya kurdî ye? Bi silav û rêz --MikaelF (gotûbêj) 11:10, 14 hezîran 2020 (UTC)
Slav hevalên hêja, bi çi armancê ev gotar tê nivîsandin min hêjî tu tiştekî fem nekir çû?? Ka gelo krîterên wîkîpediya man li kû?? Çend pirsên min ji hevalên ku gotara Hogir nivîsî ye hene. Gelo birêz Hogir, di kîjan qadê de çend xelata wergirtî ye? Birêz Hogir, çend pirtûk nivîsiye? Birêz Hogir li çend zanîngeha konferansa lidarxistîye? Birêz Hogir li çend welatan beşdarê sempozyûma bûye? Bi tenê bi karê medyayê tu kese nebûye kesên Ensîklopedîk. Fikrê min eve eger ku em îro di derbarê krîterên wîkîpediya de tawîz bidin ev yek di pêşerojê de gelek û gelek serê me biêşînê û ji nihada serê jî diêşînê. Wîkîpediya ne cîhê danasîna CV'yê ye. Ez dibêjim di demekî kurt de ev gotar bê jêbirin. Spas.. Bikarhêner:Penaber49
Malperek ji bo ceribandinê
Merhaba hevalno ez di wikipedia de nû me. Hin cara hez dikim tiştan bicerîbînim di rûpelek vala de. Min dit di wikipedai ingilisi de sandbox, di tirkî de deneme tahtasi heye. Biborin di Wikipedia kurdî de ev heye an tune? Hebe hûn dikarin nîşanî min bidin? Tunebe hûne bikirabin ava bikin?— Ev peyama bêîmze ya Rewiye tine (gotûbêj • beşdarî) ye.
- Silav Rewiye tine! Li vira Bikarhêner:Rewiye tine/Ceribandin, Bikarhêner:Rewiye tine/Ceribandin 2, ... an jî Wîkîpediya:Ceribandin--Ghybu (gotûbêj) 10:45, 4 tebax 2020 (UTC)
- Herwiha îmza xwe ji bîr meke Alîkarî:Îmze--Ghybu (gotûbêj) 10:58, 4 tebax 2020 (UTC)
Pêşniyarên wergerandinê ji zimanê îngilizî
Silav li her kesê
Li vir, hin ji yên ku herî nû "featured articles" ji mezintirîn Wikipedia in. Ew bêyî tirsa dezenformasyonê dikarin werin wergerandin. Dê agahdarî û çavkanî rast bin.
Hin rûpel pir girîng û hewce ne: "gur" yek e. Dê baş be heke kesê ku bi zimanê ingilîzî baş diaxive dikare tevahî rûpelê wergerîne:
&:
Zanistên û heywanên
|
---|
Dîroka kevnar
|
---|
Astronomî û firîna fezayê
|
---|
Dîroka Qirkirinê
|
---|
Jînenîgarî
|
---|
Dîroka Rûm
|
---|
Dîroka Ewropayê
|
---|
(Ez ji bo kurdiya xweya ku bi makîne hatî wergerandin xemgîn im.) GPinkerton (gotûbêj) 19:44, 21 adar 2021 (UTC)