Seîdê Nado
Seîdê Nado, Bavê Dilşayê, (jdb. 2. berfanbara 1874an li gundê Bostankend, parêzgeha Mûşê, m. 20. adara 1916, di Şerê Kopê de li nêzîkî Kopê) lehengekî kurd e ku li ser wî gelek kilamên dengbêjiyê hene. Kurê Nado kurê Dirbaz kurê Elî Axa yê ji Mala Siwêr e ku ev ji eşîra cibranê ye.
Kirîvê Silîmînê Huto yê Redkî, dostê Cîhangir Axayê Êzîdî ye ku bi hev re li Bêgiriyê li dijî Osmaniyan şer dikin. Seîd bi xayînî tê jehrkirin û dîlgirtin. Bi qasî 4 salan li Taşxaneya Erziromê dimîne. Dema Rûs dikevin Erziromê, zîndan tên valakirin û Seîd bo parastina kurdan pêşmergeyên xwe birêxistin dike.
Di Adara 1916an artêşa wî li dijî 3 artêşan (rûs, ermenî û tirk) şer dike. Di kilamên dengbêjiyê de ev wekî Şerê Kopê tê ziman. Herêmê ji dagirkeran paqij dike û jıyana xwe jidest dide. Roja 20ê adara 1916 jiyana xwe jidest dide û li gundê Melexidran tê veşartin.
Tirk wî wekî peyayê ermeniyan, ermenî jî yê tirkan didin nasandin û gelek derew û bobelatan dixin stûyê wî. Dîroknasên ermeniyan bo wî dibêjin tevlî komkujiya Ermeniyan bûye lê ev derew e lewra Seîd 4 sal bûn di zîndanê de bû. Piştî bidawîbûna komkujiya ermeniyan ji zîndanê derdikeve. Herwiha dibêjin keçikek 14 salî ya ermenî revandiye ev jî derew e lewra dema komkujiyê Seîd 40 salî bû 2 zarokên wî hebûn û di zîndanê de bû.
Bavê Dilşa û Zeko ye. Jina wî Gulnaz Xan e.
Seîdê Nado pesnê xwe bi keça xwe Dilşayê dide. Dilşa jineke pirr şervan bûye bi bavê xwe re tevlî gelek şeran bûye. Nivîskarê tirk Yaşar Kemal gelek caran heyraniya xwe bo Seîdê Nado anîbû ziman.
Sedemê girtinê jî parastina êzîdiyan bû li Bêgiriyê. Ji ber ku li Curnayê ziyaneke mezin dide artêşa Tirkan, rojnameyên Tirkan jê re Curna Deresi Çetesi (çeteyê Çemê Curnayê) û Jurnalli Çete (çeteyê binavûdeng) dibêjin. Gelek dengbêj bêî ku wateya Jurnalli Çete bizanibin, viya wekî Curnali Çetîn bilêvdikin.