Firat Cewerî
Firat Cewerî | |
---|---|
Jidayikbûn | 1959 Balfisê, Dêrika Çiyayê Mazî, Mêrdîn |
Pîşe | Nivîskar, wergêr |
Zimanê nivîsinê | kurdî |
Netewe | Kurd |
Xelat | |
Berhemên navdar | |
| |
biguhêre |
Firat Cewerî (jdb. 1959 li gundê Belfîsê, Dêrika Çiyayê Mazî, Bakurê Kurdistanê) nivîskar û wergêrekî kurd e.
Firat Cewerî li sala 1959ê li gundê Balfisê yê li ser bi Dêrika Çiyayê Mazî nêzîkî Mêrdînê hatiye dinyayê.[3] Di salên heftêyan de digel malbata xwe li Nisêbînê bi cîh bû. Piştî wê bi demekê Ciwarî ji bo kar çûye Îzmîrê. Çûyîna wî ya Îzmîrê bû guhertina jiyana wî, nihêrîna welathezî li wir jê re çêbû.[3] Di navbera 1978 û 1980î de Cewerî serokê komeleya Xortên Şoreşger ên Demokrat bû û piştî Darbeya leşkerî ya 12ê îlona 1980î diviya koçberî Swêdê bike û heta niha jî li Swêdê dimîne.[3]
Firat Cewerî, zimanê kurdî û kovara Nûdem
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Wî berî 80ê dest bi nivîsîna bi kurdî kir. Wî deh salan kovarek bi navê Nûdemê derdixist. Di şaxên cihê de nêzîkî deh pirtûkan nivîsîne û deh–donzdeh pirtûk jî wergerandine zimanê kurdî. Her wisa pirtûkên wî jî ji bo zimanên dî hatine wergerandin. Pirtûka bi navê Kevoka Spî bi farisî jî belav bûye. Payiza Dereng dê bi tirkî jî çap bibe.
Firat Cewerî li 24ê gulanê di kongreya PENa Swêdî de wekî endamê komîteya wê ya nû ya kargêr hat hilbijartin. Ew ji sala 1987ê endamê PENa Swêdê ye.
Firat Cewerî amadekarê Antolojiya çîrokên kurdî e. Ji vê pirtûkê çend danasîna çîroknivîsan ji bo vê Wîkîpediyayê bi destûra Firat Cewerî hatin bikaranîn.
Kitêbên Firat Cewerî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Êrîş Dikin, 1980
- Mezin Dibim, 1981
- Dê Sêrîn e, 1983
- Girtî, 1986
- Kevoka Spî, 1992
- Kultur, Huner û Edebiyat, 1996
- Gotinên Navdaran, 1995
- Çîroka Malbata Evdo, 1999
- Li mala mîr Celadet Alî Bedir-Xan, 1998
- Pêlên derya reş, 1997
- Romanseke çilmisî, 2002
- Antolojiya Çîrokên Kurdî, 2003
- Payiza Dereng, roman, 2005
- Ez ê yekî bikujim, roman, 2008
Wergerên Firat Cewerî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Dostoyevskî (Şevên Spî) 1993
- John Steinbeck (Mişk û mirov) 1993
- Anton Çexov (Bexçeyê Vîsne) 1995
- Samuel Beckett (Li benda Godot) 1995
- Yaşar Kemal (Dara hinarê) 1998
- Sartre (Dîwar)
- Astrid Lindgren (Emîl li Lönneberga) 2000
- Astrid Lindgren (Sûmiyên Emîl yên nû) 2000
- Astrid Lindgren (Emîl hê jî li Lönnebergayê dijî) 2000
- Barbro Lîndgren (Çîroka apoyê hûrik) 2000
- Henning Mankell (Hingura êvarê) 2002
- Gunilla Bergström (Birek bive ye Alfons Oberg) 2002
- Gunilla Bergström (Alfonsê Şûm) 2002
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Radio, Sveriges (29 hezîran 2018). "Akademiya Swêdî Firat Cewerî xelat kir - Radio Sweden Kurdish - ڕادیۆی سوید - Radyoya Swêdê". sverigesradio.se. Roja gihiştinê 12 kanûna pêşîn 2020.
- ^ "Firat Cewerî: Ev xelat wek mizgîniya rakirina sînoran e". Bianet - Bagimsiz Iletisim Agi. 6 adar 2020. Roja gihiştinê 12 kanûna pêşîn 2020.
- ^ a b c Uzun, Mehmed (1995). Antolojiya edebiyata kurdî. Cild 1–2. Stembol: Tümzamanlaryayıncılık.
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Bi Firat Cewerî re li ser ’Ez ê yekî bikujim’, Hevpeyvîn: Mûrad Ciwan, NETKURD Girêdana arşîvê 2008-12-19 li ser Wayback Machine
- Hevpeyvînek bi Firat Cewerî re, Hevpeyvîn: Mahabad F. Arda, Amîda Kurd
- FIRAT CEWERÎ: Ez li cîhana xwe ya hundirîn vegeriyam, Hevpeyvîn: Seyîdxan Kurij, Rizgarî Girêdana arşîvê 2010-01-01 li ser Wayback Machine
- Firat Cewerî: Min xwe ji otosansurê rizgar kiriye, Hevpeyvîn: Kris Lauwerys, NEFEL
Ev gotara ji bo nivîskarekî kurd şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |