Here naverokê

Andranîk Ozanyan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Andranîk Ozanyan
Navê rastî
Անդրանիկ Թորոսի Օզանյան Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Jidayikbûn25 sibat 1865 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Şebinkarahisar Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin31 tebax 1927 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Chico, Fresno Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Cihê goristanêgoristana Père-Lachaise, Yerablur, Ararat Massis Armenian Cemetery Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîÎmperatoriya Osmanî, Împeratoriya Rûsî, First Republic of Armenia, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
Partiya Siyasî
  • Armenian Revolutionary Federation Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Xelat
  • Şovalyeyê Nîşana Rûmetiyê
  • Order of Saint Stanislaus, 2nd class
  • Order of St. Vladimir, 4th class
  • Order of Bravery
  • Cross of St. George 3rd class Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Andranîk Toros Ozanyan, Andranîk Paşa, Torosî Ozanyan an Zoravar Andranîk, (bi ermenî: Անդրանիկ Թորոս Օզանյան); jdb. 25ê sibatê 1865 li Şebinkarahisar, Împeratoriya Osmanî; m. 31ê tebaxê 1927 li Chico) general, serhildêr, fermandarekî ermenî bû. Ji aliyê ermenî wekî lehengekî tê bibîranîn.

Ozanyan li parêzgeha Giresunê heyfa bavê xwe digire ku ji aliyê romiyan (tirk) ve hatibû kujtin. Direve Stembolê, demekê di girtîgehê de dimîne, tevlî nava refên serhildêrên ermeniyan. Di destpêka 1890ê de li Batûmê dest bi şer dike, li dijî tirkan têdikoşe. Armanca wan îlankirina serbixwebûna ermeniyan û avakirina dewleta Ermenistana Mezin e. Bi hêviya ku cîhana xrîstiyan, bi taybetî rûs û Brîtanya alîkariya wan bikin, êrîş dibin ser baregehên romiyan. Di heman demê de li yekîneyên kurdan jî didin.

Sala 1904ê bo tevlîbûna şerê Balkanî diçe Swîsreyê, derbasê Balkanê dibe sala 1912-1913yê li aliyê bulgaran li dijî romiyan (tirk) şer dike. Bi derketina şerê cîhanê yê I. ve. di bin siya artêşa rûs de li 20 cihan osmaniyan têk dibe.

Lê dema li Rûsyayê şoreşa bolşevîkan biserdikeve, artêşa rûs ji vedikişe, ermenî bê alîkarî dimînin. Tirkiye xwe li ser gelek nakokiyan bi îngilîz û fransîyan ve li hev dike, ew jî alîkariyê nadin ermeniyan. Tirk firsendê dibînin, Komkujiya Ermeniyan pêk tînin.

Sala 1919yê diçe DYAyê. Li wir jiyana xwe jidest dide. Sala 1928ê gora wî dibin Parîsê.

Ozanyan, 1900
  • Antranig Chalabian: General Andranik and the Armenian Revolutionary Movement. Michigan, 1988, ISBN 0-9622741-1-9
  • Zôravar Andranik kẹ xôsi (Զօրավար Անդրանիկ կը խօսի) [bi ermenî.] Los Angeles, 1974
  • Catowr Agayan: Andranik : darašrǰan, depk'er, demk'er [bi ermenî.] Erevan, 1994
  • Vardgês Aharonean: Andranik : mardẹ ew ṙazmikẹ (Անդրանիկ : մարդը եւ ռազմիկը) [bi ermenî.] Boston, 1957; Nachdruck Teheran, 1982
  • Ṙowben Simonyan: Andranik : Sibirakan vašti odisakanẹ [bi ermenî.] Erevan, 2006
  • Hrač'ik Simonyan: Andraniki žamanakẹ. 2 Bände [bi ermenî.] Erevan, 1996
  • Andranik Č'elepyan: Zoravar Andranik ev hay heġap'oxakan šaržowmẹ [bi ermenî.] Erevan, 1990