Alfabeya tirkî
Alfabeya tirkî elîfbêyeke latînî ye ku zimanî turkî pê tê nivîsîn. Ev elîfbê ji 29 tîpan pêk tê.
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Elîfbêya tirkî ya latînî di 1 çiriya paşîn a 1928an bi qanûna 1353ê hat pejirandin. Li gorî vê qanûnê 29 tîp di elifibêya tirkÎ de hene. Li jêrê şêweyên gire û hûrde yên elifbêyê hatine diyarkirin. Li gel wê ji bo xwendina dengdêrên “a, u, ı” zirav yên ku ji zimanên biyanî hatine jî, hinek nîşan hatine bikaranîn û ji bo nîşandayîna dengê dirêj jî )dihin rewşan de) (^) tê bikaranîn. Ji bo "O"yê ti nîşan nehat bikaranîn.
Tîp
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]A B C Ç D E F G Ğ H İ I J K L M N O Ö P R S Ş T U Ü V Y Z | |
a b c ç d e f g ğ h i ı j k l m n o ö p r s ş t u ü v y z |
Deng
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Tîpên û dengên elifbêya tirkî li gorî IPA û elfibêya kurdî:
Pît | IPA | Beramberî kurdî |
Pît | IPA | Beramberî kurdî | ||
---|---|---|---|---|---|---|---|
A | a | /a/ | a | M | m | /m/ | m |
B | b | /b/ | b | N | n | /n/ | n |
C | c | /dʒ/ | c | O | o | /o/ | nêzîk o |
Ç | ç | /tʃ/ | ç | Ö | ö | /ø/ | wê (wekû kwêr) |
D | d | /d/ | d | P | p | /p/ | p |
E | e | /e/, /æ/ | e u nizîk ê | R | r | /ɾ/ | r |
F | f | /f/ | f | S | s | /s/ | s |
G | g | /ɡ/, /ɟ/ | g | Ş | ş | /ʃ/ | ş |
Ğ | ğ | /ɰ/ | ẍ | T | t | /t/ | t |
H | h | /h/ | h | U | u | /u/ | u |
I | ı | /ɯ/ | i | Ü | ü | /y/ | wî (wekû dwîr) |
İ | i | /i/ | î | V | v | /v/ | v |
J | j | /ʒ/ | j | Y | y | /j/ | y |
K | k | /k/, /c/ | k | Z | z | /z/ | z |
L | l | /ɫ/, /l/ | l |
Ji van 29 tîpan, 8 heb (A, E, I, İ, O, Ö, U, Ü) dengdêr û 21 jî dengdar in.
Kumik
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Kumik ev nîşan (^) e, ku di zimanê tirkî de carinan li ser tîpên “a, u, i” tê danîn ji bo dengên zirav yan jî yên dirêjiya dengî destnîşan bikin û ew jî di peyvên biyanî de ne. Lê hin çavkanî dibêjin êdî kumik rabûye û di zimanê niha de nemaye lê hinek jî dibêjin hîn heye.