Andranîk Ozanyan
Andranîk Toros Ozanyan, Andranîk Paşa, Torosî Ozanyan an Zoravar Andranîk, (bi ermenî: Անդրանիկ Թորոս Օզանյան); * z. 25'ê reşemiyê 1865 li Şebinkarahisar, Împeratoriya Osmanî; m. 31'ê gelawêjê 1927 li Chico) general, serhildêr, fermandarekî ermenî bû. Ji aliyê hayan (ermenî) wekî lehengekî tê bibîranîn.
Ozanyan li parêzgeha Giresunê heyfa bavê xwe digire ku ji aliyê romiyan (tirk) ve hatibû kujtin. Direve Stenbolê, demekê di girtîgehê de dimîne, tevlî nava refên serhildêrên ermeniyan. Di destpêka 1890'ê de li Batûmê dest bi şer dike, li dijî tirkan têdikoşe. Armanca wan îlankirina serbixwebûna ermeniyan û avakirina dewleta Ermenistana Mezin e. Bi hêviya ku cîhana xrîstiyan, bi taybetî rûs û Brîtanya alîkariya wan bikin, êrîş dibin ser baregehên romiyan. Di heman demê de li yekîneyên kurdan jî didin.
Sala 1904'ê bo tevlîbûna şerê Balkanî diçe Swîsreyê, derbasê Balkanê dibe sala 1912-1913'yê li aliyê bulgaran li dijî romiyan (tirk) şer dike. Bi derketina şerê cîhanê yê I. ve. di bin siya artêşa rûs de li 20 cihan osmaniyan têk dibe.
Lê dema li Rûsyayê şoreşa bolşevîkan biserdikeve, artêşa rûs ji vedikişe, ermenî bê alîkarî dimînin. Tirkiye xwe li ser gelek nakokiyan bi îngilîz û fransîyan ve li hev dike, ew jî alîkariyê nadin ermeniyan. Tirk firsendê dibînin, Komkujiya Ermeniyan pêk tînin.
Sala 1919'yê diçe DYAyê. Li wir jiyana xwe jidest dide. Sala 1928'ê gora wî dibin Parîsê.
Wêje
- Antranig Chalabian: General Andranik and the Armenian Revolutionary Movement. Michigan, 1988, ISBN 0-9622741-1-9
- Zôravar Andranik kẹ xôsi (Զօրավար Անդրանիկ կը խօսի) [bi ermenî.] Los Angeles, 1974
- Catowr Agayan: Andranik : darašrǰan, depk'er, demk'er [bi ermenî.] Erevan, 1994
- Vardgês Aharonean: Andranik : mardẹ ew ṙazmikẹ (Անդրանիկ : մարդը եւ ռազմիկը) [bi ermenî.] Boston, 1957; Nachdruck Teheran, 1982
- Ṙowben Simonyan: Andranik : Sibirakan vašti odisakanẹ [bi ermenî.] Erevan, 2006
- Hrač'ik Simonyan: Andraniki žamanakẹ. 2 Bände [bi ermenî.] Erevan, 1996
- Andranik Č'elepyan: Zoravar Andranik ev hay heġap'oxakan šaržowmẹ [bi ermenî.] Erevan, 1990