Seleteya nexweşan
Xuyakirin
Seleteya nexweşan, seleteya kuvarkê, seleteya şîvê cure seleteyek ji pêjgeha kurd e.
Berkelî (bo çar kesan)
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 100 gr kuvark (karok, kakvîk)
- Kulmeke riz (birinc)
- Nîvê kulmê polik (baqilê xatûnî, latînî pisum sativum)
- 8 xiyarên tirşiyê
- Nîvê kulmê lazûtê (garisê) xaşandî yan konserveya wê
- 1 gizêr
- Nîvê stekanê (qedeh) rûnê zeytê
- Ava nîvê lîmonê
- Xwê
- Biharbêhn (biharat) (li ser daxwazê ye)
Çêkirin
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Rizê bişon, kevçiyek rûnê gulberojê tevlî bikin û bi ava germ bikelînin.
- Di binê ava sar de bidarivînin.
- Polik, lazût, gizêrê tîke bikin û berdin serê.
- Kuvarkên xwe di nava lîmonî de bixaşînin û bi tevî xiyarên tirşiyê tevlî bikin, tevdin.
- Di badiyekê de ava lîmonê, xwê û rûnê zeytê tevdin wekî çêncê (sosê) berdin ser seleteyê.
- Seleteya xwe bo xwarinê bînin ser destexaneyê.