Here naverokê

Plastîd

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Plastîd kîsikên bi cotparzûn dorpêçkirî ne. Ji proplastîdan çêdibin. Proplastîd, plastîdên ko hîn neguherîn in. Riwekan rengên xwe, ya ji antosîyanîn nav vakuolan digirin, an jî ji plastîdan digirin. Kevzên avê, protîstên wek euglena, kevz û riwek di xaneyên xwe de plastîd dihundirînin. Wekî mîna mîtokondrî, plastîd jî xwediyê ADN, ARN, enzîm û rîbozomên xwe ne. Li gor bîrdoziya (teorî) endosîmbiosîsê plastîd bi eslê xwe xaneyek navikseretayî (prokaryotî) ya bi klorofîl bû, xaneyek prokaryotî ya xwenejîn (heterotrof) wê digire nav xwe û bi wê re jiyana hevpar ava dike, bi vî awayê endamoka kloroplast çêdibe.

Erkên plastîdan;

  1. Bi karlêka fotosentezê, bi enerjiya ji tîrojên tavê, ji av û karbondîoksîdê, çêkirina molkulên endamî.
  2. Embarkirina molekulên endamî .
  3. Di nav xaneyên pel, fêkî û kulîlkan da çêkirina rengên kesk, sor, zer û porteqalî

Corên plastîdan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sê corên plastîdan hene; Lêkolpsat, Kromoplast û Kloroplast.

Kloroplast kesk e, kromoplast sor, zer an jî porteqalî yê, lêkoplast bê reng e. Ko pêwistî pê hebe, dibe ko lêkoplast veguhere kloroplast an jî kromoplastan. Her wisa kloroplast jî dikare veguhere kromoplast û lêkoplastan. Ango li gor pêdiviya xaneyê,navbera plastîdan de veguherîn çêdibe.

Lêkolpsat plastîdên bêreng in. Lêkoplast, bi gelemperî, di nav xaneyên tov, reg û qurm(gewde)ê riwekan da cih digire. Ko lêkoplast di bin tavê de bimîne, xwe vediguherîne kloroplastê. Lêkoplast endamokên ji bo embarkirinê ne. Li gor nifşê molekulên embarkirî, sê corên lêkoplastê heye.

Nîşa embar dike. Wekî mînak; di nav xaneyên kartol, genim û tevir de gelek zêde amîloplast hene.

Elaioplast (Lipidoplasts, oleoplasts), Rûn (çewrî) embar dike. Bi gelemperî di tov, kakil û fêkiyên riwekan de zêde hene.

Proteînoplast (proteoplasts,aleuroplasts): Embara proteînên belûrî dike. Her wisa navenda hin enzîman e. Di nav xaneyên nîsk, nok, fasûlî, gûz û bindeqan da gelek proteînoplast heye.

Kromoplast plastîdên rengîn in. Bi gelemperî di kulîlk, fêkî (mêwe), pel û regên riwekan de derdikeve holê. Kromoplast ji veguherîna proplastîd, lêkoplast an jî kloroplastan çêdibe. Riwek bi riya kromoplastan hin mesajan dişîne derdora xwe. Kulîlk bi pelên tacokê (petal) xwe yên rengîn bala kezik, çûk û ajalên din dikişine ser xwe. Dema kezikek xwe li ser riwekê datîne, dibe ko hin tov û tozkulîlk (polen) bi bask û perê wî ve bizeliqe û ko ev kêzik bifire ser kulîlkek din bi van tozkulîlkan kulîlk were perîn. Piştê perîna kulîlkê, tovê riwekê çêdibe, lê divê ev tov li derdorê cîhanê belav be. Ji ber ko piraniya tov giran in û bi hêza bayê cih naguherin, riwek ji bo belavkirina tovên xwe, hêza ajalan bi kar tînin. Piştî perînê, tov di nav fêkiyê de hêdî bi hêdî dicivire. Heta ko tovên di nav fêkiyê bi têra xwe necivire, rengê fêkiyê wekî pelên riwekê kesk e. Dema gihaştina tovê qediya, îcar bi alîkariya hormonan, kloroplastên di xaneyên fêkiya xang vediguhere kromoplastan. Di heman demê de fêkî êdî nerm û şîrîn dibe û bêhna fêkiya stewihî li der dor belav dibe. Ev reng û bêhn ên xweş bala ajalan dikişine ser xwe. Sê rengên kromoplastan; sor, porteqalî û zer e.

pîgmenta sor a di nav kromoplastên îsot, firingî, zebeş û hin fêkîyên din ên sor wekî lîkopen te bi nav kirin.

Gizêr, kundir, arûng di kromoplastên xwe de pîgmenta porteqalî ya bi navê karoten lixwe digirin.

Di nav kromoplastên lemomê de pîgmenta zer a bi navê zentofîl (xanthophyll) heye.

Pîgmentên reng didin kromoplastan wekî karotenoîd tên navkirin. Karotenîd fotosentez nake, lê tîrojên roniyê dikişîne hundirê xwe (dimije) û ji bo fotosentezê dişîne kloroplastan. Her wîsa kromoplast, kloroplastan ji zîyanên tîrojên tavê jî diparêzin.

 Gotara bingehîn: Kloroplast
Pêkhateya kloroplastê
Karlêkên fotosentezê di nav kloroplastên navikrasteqînan(êkaryot) de pêk tê

Ji bo riwekan rengê bingehin kesk e. Di nav plastîda kloroplastê de pîgmenta bi navê klorofîl heye, klorofîl kesk e. Ev riwekên kesk rengên xwe ji klorofîlê digirin. Pel û guliyên giha û riwekên yeksalî gelek kloroplast lixwe digirin, loma van beşên riwekan xwerû kesk in. Riwekên pirsalî tenê bi pel û çiqilên xwe yên yeksalî kesk in. Di xaneyên qurmê darên pirsalî de kloroplast tune ye. Hemû xaneyên riwek bikloroplast nîn in. Di xaneyên ku fotosentezê dikin, hejmara kloroplastan bi qasî 50-100 heb in. Kloroplastên riwekan sê parzûnî ye; parzûna derve, parzûna hundir û parzûna tîlakoîdê. Kloroplast an rasterast ji proplastîdê çêdibe an jî ji etîoplastê çêdibe. Etîoplast jî kloroplast e, lê ew di tariye de maye û hê derneketiye roniyê. Di bin ronahiya tavê de etîoplast bi bandora hormona bi navê sîtokînîn, vediguhere û dibe kloroplast. Her wisa lêkoplast û kromoplast jî vediguherin kloroplasta.

Di nav tîlakoîde de pîgmenta klorofîl heye. Ev pîgment kesk e. Stroma fena sîtoplazma ya xaneyan e ye. ADN, rîbozom, ARN û hin enzîmên ji bo fotosentezê di nav stromayê de belavî ne. Kloroplast dikare bi serê xwe dabeş bibe û hejmara xwe zêde bike. Enerjiya ronahiyê li nav garanûmê tê mijandin. Klorofîlên di nav tîlakoîdê, enerjiya roniyê vediguherîne enerjiya kîmyayî. Beşek reaksiyonên fotosentezê ên ko bi roniyê girêdan e, di nav granûmê de çêdibin, karlêkên bi roniyê ve ne girêdayî ye, di stromayê de çêdibin. Kloroplast bi fotosentezê hem molekulên endamî(organîk) çêdike hem jî oksîjena ji parçebûna avê derdikeve holê, belavê atmosferê dike.

Dema payîzê kloroplasta di nav pel xira dibe tenê kromoplast dimîne

Dema payîzê pelên daran ko hîn neweşiyane reng diguherînin. Rengên pelan ji kesk diguhere sor an jî zerê. Pelên darê hem kloroplast hem jî kromoplast lixwe digirin, lê hejmara kloroplastan gelek pir e û rengê kesk li ser rengên kromoplastê zal e. Loma kromoplast havînê nayên dîtin. Payîzê kloroplast xera dibin tenê kromoplast dimîne, loma rengê pelê jî diguhere.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]