Here naverokê

Hizbulaya Libnanê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Hizbullah (Libnan) hat beralîkirin)
Hizbulaya Libnanê
‮حزب الله‬ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Welat
DewletLibnan Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê
  • 1980s Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Damezrîner
  • Mohammad Hussein Fadlallah
  • Ali Akbar Mohtashamipur
  • Imad Mughniyah Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sekreterê giştî
  • Haschem Safi al-Din (2024–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Cihê baregehê
Pêk tê ji
  • Hezbollah social services
  • Preaching and Cultural Activity Unit
  • Islamic Resistance in Lebanon
  • Hezbollah armed strength Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Îdeolojiya siyasîÎslamîzm, anti-Zionism, anti-imperialism, erebperestî, xumênîperestî, Antîsemîtîzm, anti-Western sentiment û Pan-Islamism Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperwww.moqawama.org.lb Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Hizbulaya Libnanê[1], Hizbulaha Libnanê[2], Hizbula an jî Hizbulah (ji zimanê erebî: حزب الله, tê wateya 'Partiya Xwedê) rêxistineke çekdar a îslamîst a şiî ye li Libnanê ku li sala 1982ê hate damezrandin. Baskê wê yê paramîlîter Meclîsa Cîhadê ye.[3] Hesen Nesrula ji sala 1992ê ve sekreterê Hizbulayê bû, heta ku di îlona 2024an de ji aliyê hêzên Îsraêlê ve li Beyrûtê hat kuştin.[4]

Hizbula ji aliyê dîndarên libnanî ve bi taybetî ji bo şerê li dijî êrîşa Îsraêlî ya 1982 ya Libnanê hate damezrandin.[5] Ew modela ku piştî Şoreşa Îranê di sala 1979an de ji aliyê Ayetula Ruhola Xumeynî ve hatibû destnîşankirin adapte kir. Ji wê demê ve, têkiliyên nêzîk di navbera Îran û Hizbulayê de çêbûn. Rêxistin bi piştgiriya 1.500 endamên Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî (Pasdaran)[6] hat damezrandin, û gelek komên şîa yên libnanî di rêxistineke yekgirtî hatin cem hev.[7][8][9][10]

Îdeolojiya rêxistinê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hizbula îdeolojiya xwe di sala 1985an de di manîfestoyekê de eşkere kir, ku di dema Şerê Navxweyî yê Libnanê de hate weşandin. Di manîfestoyê de armancên sereke yên komê wiha hatin diyar kirin: derxistina bandorên rojavayî, wêrankirina Israêlê, pabendbûna bi rêberê bilind ê Îranê, û damezrandina hukûmetek îslamî ya Libnanê bin bandora Îranê.[11][10] Tê bawerkirin ku kom hem berpirsê teqînên balyozxaneya amerîkî û hem jî teqîna baregehên amerîkî û fransî yên li Bêrûtê di sala 1983 de ye. Her weha êrîşên ku paşê qewimîn, di nav de bombekirin û revandin jî, dikevin bin berpirsyariya rêxistinê.

Çalakyên leşkerî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hizbula beşdarî şerê 1985-2000 li başûrê Libnanê ya li dijî Artêşa Libnana Başûr (SLA) û Îsraêlê bû. Rêxistinê di şerê Libnanê yê 2006an de jî şerê paşîn kir. Di salên 1990î de, Hizbulayê dilxwazan organîze kir, da ku di Şerê Bosnayê de ji bo artêşa komara Bosniya û Herzegovîna şer bikin.[12] Ji sala 2012an ve, Hizbula beşdarî şerê navxweyî yê Sûriyê bûye, û piştgiriya hikûmeta Sûriyê dike di şerê wê de li dijî opozîsyona Sûriyê. Hizbula serhildana wê wek "komployeke wehabî-siyonîst" bi nav dike.[13] Di navbera 2013 û 2015 de, rêxistinê paramîlîterên xwe hem li Sûrî û hem jî li Iraqê bi cih kirin ji bo perwerdekirina milîsên herêmî ji bo şerê li dijî Dewleta Islamî.[14]

Bandora siyasî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hizbula wekî "dewletek di nav dewletê de" tê binavkirin.[15][16] Rêxistin xwedî radyo û stasyoneke televîzyonê ya satelîtê, xizmetên civakî û yekîneyên leşkerî yên mezin a şervanan li derveyî sînorên Lubnanê ye.[17][18][19] Ji sala 1990ê ve beşdarî siyaseta Libnanê bûye, bandora xwe ya siyasî her ku meztir kir, heta ku beşdarî hikûmeta Libnanê û tevlî hevbendiyên siyasî bibe. Wek encama xwepêşandan û pevçûnên 2006-2008 li Libnanê[20] di sala 2008 de, bi Hizbullah û hevalbendên wê yên opozisyonê re hikûmeta yekitiya netewî hate damezrandin.[21][22]

Di tebaxa 2008 de, kabîneya nû ya Libnanê bi yekdengî daxuyaniyeke siyasî pejirand ku hebûna Hizbulayê wekî rêxistinek çekdarî nas dike, da ku "erdên dagirkirî rizgar bike an vegerîne" (wek zeviyên Şeba). Hizbula beşek ji Hevpeymaniya 8ê Adarê ya Libnanê ye, li dijî Hevpeymaniya 14ê Adarê. Di hilbijartinên giştî yên Libnanê yên sala 2018an de, Hizbullah 12 kursî girt û hevalbendiya wê di hilbijartinan de 70 ji 128 kursiyên Parlamentoya Libnanê bi dest xist.[23]

Hizbula îro di sîstema siyasî ya Libnanê de lîstikvanekî sereke ye, û baskê wê yê siyasî, partiya Bloka Dilsoziya Berxwedanê, 15 kursiyên Parlamentoya Libnanê digire.[24] Piştgiriya Hizbulayê li nav Libnanê sînordar e, ji ber ku ew bi teqîna bendera Beyrûtê ya 2020an û astengkirina hewildanên berpirsiyariyê tê tawanbar kirin. Li gorî anketek 2024ê ya Arab Barometer, ji sedî 55ê libnanî "tu bawerî" bi rêxistinê re tune. Piştgirî ji bo rêxistinê bi taybetî di nav nifûsa şie de tê dîtin.[25]

Hêza leşkerî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî ku Îsraêl ji Başûrê Libnanê vekişiya, Hizbula biryara 1701 a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî binpê kir û li hemberî ku sozê dabû çek berneda.[26] Ji sala 2006an pê ve, hêza leşkerî ya komê pir zêde bû,[27] ewqas ku baskê wê yê paramîlîter ji Artêşa Libnanî bihêztir bû.[28] Tevahiya rêxistin an jî baskê wê yê leşkerî, ji aliyê çend welatan ve weke komeke terorîst hatiye binavkirin, di nav wan de piraniya neteweyên rojavayî.[29]

Rêxistin niha perwerdehiya leşkerî, çek, û piştgiriya aborî ji Îranê û piştgiriya siyasî ji Sûriyê werdigire,[30] Ew bi rêxistinên çekdar ên bi serkêşiya Îranê re li seranserê Xeze, Yemen, Sûrî û Iraqê re hevalbendiyên xurt didomîne.[31] Hizbula bi artêşa xwe û çekên giran di cîhanê de koma ne-dewletî ya herî xurt tê hesibandin.[89] Hêza wê ya çekdarî bi qasî hêza artêşeke navîn a sala 2016an tê nirxandin.[32] Di sala 2021ê de, rêberê Hizbulayê Hesen Nesrulla got ku rêxistin dora 100,000 şervanên wan hene.[33]

Mijarên têkildar

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. ^ https://www.rudaw.net/kurmanci/middleeast/05052013
  2. ^ https://manage.rudaw.net/kurmanci/middleeast/240920245
  3. ^ Levitt, Matthew (2013). Hezbollah: The Global Footprint of Lebanon's Party of God (bi îngilîzî). Hurst Publishers. ISBN 978-1-84904-333-5.
  4. ^ "'Settling the account': IDF kills Nasrallah in heart of Beirut". The Jerusalem Post | JPost.com (bi îngilîzî). 28 îlon 2024. Roja gihiştinê 4 çiriya pêşîn 2024.
  5. ^ "Who are Hezbollah?" (bi îngilîziya brîtanî). 4 tîrmeh 2010. Roja gihiştinê 4 çiriya pêşîn 2024.
  6. ^ "The New York Review of Books: In Search of Hezbollah". web.archive.org. 22 tebax 2006. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 22 tebax 2006. Roja gihiştinê 4 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  7. ^ Avon, Dominique; Khatchadourian, Anaїs-Trissa (10 îlon 2012). Hezbollah: A History of the "Party of God" (bi îngilîzî). Harvard University Press. ISBN 978-0-674-07031-8.
  8. ^ Azani, E. (14 sibat 2011). Hezbollah: The Story of the Party of God: From Revolution to Institutionalization (bi îngilîzî). Springer. ISBN 978-0-230-11629-0.
  9. ^ Farida, Mariam (1 tebax 2019). Religion and Hezbollah: Political Ideology and Legitimacy (bi îngilîzî). Routledge. ISBN 978-1-000-45857-2.
  10. ^ a b Rabinovich, Itamar; Reinharz, Jehuda (2008). Israel in the Middle East: Documents and Readings on Society, Politics, and Foreign Relations, Pre-1948 to the Present (bi îngilîzî). UPNE. ISBN 978-0-87451-962-4.
  11. ^ "What Is Hezbollah? | Council on Foreign Relations". www.cfr.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 4 çiriya pêşîn 2024.
  12. ^ "After the atrocities committed against Muslims in Bosnia, it is no wonder today's jihadis have set out on the path to war in Syria | The Independent". web.archive.org. 17 tîrmeh 2018. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 17 tîrmeh 2018. Roja gihiştinê 4 çiriya pêşîn 2024. {{cite web}}: di |sernav= de di cihê 67 de no-break space character heye (alîkarî)CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  13. ^ "Mystery in Hezbollah Operative's Life and Death - The New York Times | Ghostarchive". ghostarchive.org. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 30 kanûna pêşîn 2021. Roja gihiştinê 4 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  14. ^ "Hezbollah arrives in Iraq - Al-Monitor: the Pulse of the Middle East". web.archive.org. 7 adar 2016. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 7 adar 2016. Roja gihiştinê 4 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  15. ^ "Iran-Syria vs. Israel, Round 1: Assessments & Lessons Learned - Defense Industry Daily". https://www.defenseindustrydaily.com/ (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 4 çiriya pêşîn 2024. {{cite web}}: Di |malper= de lînkeke derve heye (alîkarî)
  16. ^ Ebrahim, Nadeen (24 îlon 2024). "Hezbollah is not Hamas. Can Israel afford another all-out war?". CNN (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 4 çiriya pêşîn 2024.
  17. ^ "Syrian Fighting Gives Hezbollah New but Diffuse Purpose - The New York Times | Ghostarchive". ghostarchive.org. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 30 kanûna pêşîn 2021. Roja gihiştinê 4 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  18. ^ "Hizballah: A Primer | Middle East Research and Information Project". web.archive.org. 19 çiriya pêşîn 2011. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 19 çiriya pêşîn 2011. Roja gihiştinê 4 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  19. ^ Goldman, Adam (15 nîsan 2023). "Hezbollah operative wanted by FBI dies in fighting in Syria". Washington Post (bi îngilîziya amerîkî). ISSN 0190-8286. Roja gihiştinê 4 çiriya pêşîn 2024.
  20. ^ "Political ferment in Lebanon" (bi îngilîziya brîtanî). 1 kanûna pêşîn 2006. Roja gihiştinê 4 çiriya pêşîn 2024.
  21. ^ "Hezbollah fighters retreat from Beirut after 37 die in clashes - Haaretz - Israel News". web.archive.org. 12 gulan 2008. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 12 gulan 2008. Roja gihiştinê 4 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  22. ^ "Hezbollah (a.k.a. Hizbollah, Hizbu'llah) - Council on Foreign Relations". web.archive.org. 13 îlon 2008. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 13 îlon 2008. Roja gihiştinê 4 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  23. ^ Ajroudi, Asma. "Hezbollah and allies biggest winners in Lebanon polls". Al Jazeera (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 4 çiriya pêşîn 2024.
  24. ^ Research, Alma (18 gulan 2022). "The Lebanese Parliament Elections (May 15, 2022) - Initial Results and Implications". Alma Research and Education Center (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 4 çiriya pêşîn 2024.
  25. ^ Stroul, Dana (23 îlon 2024). "Israel and Hezbollah Are Escalating Toward Catastrophe". Foreign Affairs (bi îngilîziya amerîkî). ISSN 0015-7120. Roja gihiştinê 4 çiriya pêşîn 2024.
  26. ^ Borger, Julian (17 kanûna pêşîn 2023). "Fears grow of all-out Israel-Hezbollah war as fighting escalates". The Guardian (bi îngilîziya brîtanî). ISSN 0261-3077. Roja gihiştinê 4 çiriya pêşîn 2024.
  27. ^ "Archives Under Construction – inJesus" (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 4 çiriya pêşîn 2024.
  28. ^ "For Lebanon's Sunnis, growing rage at Hezbollah over role in Syria - Washington Post". web.archive.org. 5 çiriya paşîn 2013. Ji orîjînalê di 5 çiriya paşîn 2013 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 4 çiriya pêşîn 2024.
  29. ^ Roche, MaryClare; Robbins, Michael (12 tîrmeh 2024). "What the Lebanese People Really Think of Hezbollah". Foreign Affairs (bi îngilîziya amerîkî). ISSN 0015-7120. Roja gihiştinê 4 çiriya pêşîn 2024.
  30. ^ Filkins, Dexter (23 îlon 2013). "The Shadow Commander". The New Yorker (bi îngilîziya amerîkî). ISSN 0028-792X. Roja gihiştinê 4 çiriya pêşîn 2024.
  31. ^ Robinson, Lou (24 tebax 2024). "Hezbollah: What weapons does it have? A visual guide". CNN (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 4 çiriya pêşîn 2024.
  32. ^ "Hezbollah – A medium-sized army | Haaretz". web.archive.org. 8 nîsan 2022. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 8 nîsan 2022. Roja gihiştinê 4 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  33. ^ "Hezbollah leader declares his group has 100,000 fighters". AP News (bi îngilîzî). 18 çiriya pêşîn 2021. Roja gihiştinê 4 çiriya pêşîn 2024.