Entab (parêzgeh)
Parêzgeha Entabê Gaziantep | |
Koda parêzgehê: 27 | |
Nexşeya navçeyan | |
Kargêrî | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Tirkiye |
Serbajar | Dîlok |
Demografî û erdnîgarî | |
Gelhe (2015) | 1.879.873 kes |
Rûerd | 7.194 km2 |
Berbelavî | 236,41 kes/km2 |
Binebeş | |
Hejmara navçeyan | 9 navçe |
Hejmara bajarokan | 28 bajarok |
Hejmara gundan | 494 gund |
Agahiyên din | |
Dem | UTC+2 |
Koda telefonê | (+90) 342 |
Entab, an ji parêzgeha Entabê (1928: غازی عینتاب[1] (Ẍazî 'Eyntab), navê fermî bi tirkî: Gaziantep), parêzgehekê Bakurê Kurdistanê ye û dikeve nav sinorên komara Tirkiyeyê. Serbajarê Entabê Dîlok e. Li gorî jimartina sala 2023an nifûsa parêzgeha Entabê 2.164.134 kes e. Parêzgehên din ên cîran ên parêzgeha Entabê ev in: li bakur Mereş, li bakurê rojhilat Adiyeman, li rojhilat Riha, li başûr Kilîs û li aliyê rojava jî parêzgeha Osmaniyeyê cih girtiye. Herwiha li aliyê başûr sinorê parêzgeha Entabê bi Sûriyê re jî heye.
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di demên kevnare de ev herêm pêşî ji aliyê Hîtîtiyan û piştre ji aliyê Asûriyan ve, piştre jî ji aliyê Pers, Roma, Bîzans, Ebbasî û Selçûkî ve hatiye birêvebirin. Di dema Seferên xaçperestan de gelek şer dîtin û bi serketina Împaratoriya Osmanî re gelek mizgeft, xan, hemam û medrese hatin avakirin.
Zeugma
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Yek ji cihên herî qedîm ên parêzgehê bajarê kevnar Zeugma ye. Zeugma bajarekî kevnar ê helenîstîk e ku piştre ket destê împeratoriya Romayê. Li hemberî Zeugmayê, dîsa li ber Çemê Firatê bajarê din ê kevnar Apamea hebû. Bermahiyên Zeugmayê li nêzika bajarê Belqîz li ber çiyayê Belqîz hatin dîtin û îro dikeve nav sînorên navçeya Belqîz (Nizib) a parêzgeha Dîlokê. Ji ber ku Zeugma û Seleukia di dema rêya îpekê navendeke girîng a herêmê bû, her du herêm ji ber aboriya xûrt bû bajarekî vîlayên antîk ku bi gelek mozaîkên bêhempa xemilandî bû. Zeugma di cotmehê sala 2000an de bi qedandina avakirina Bendava Bêrecûkê ji nû ve hate kisfkirin lê pirraniya bajarê antîk ket bin avê.
Dolîçe
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Bajarekî din ê kevnar Dolîçe ye. Ev cihê ku niha Dülük e, bi qasî deh kîlometreyan dûrî bajarê Entabê ye û cihê kulta Jupiter Dolichenus e.
Erdnîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Parêzgeha Entabê ji asta behrê di navbera 250 û 1250 metreyî de ye. Navenda parêzgehê 850 metre bilind e. Li Entabê gelek kanî hene û li gelek deverên bajêr golên sûnî û bendav hatine çêkirin. Bajarê Entabê li ser Deşta Entabê ava bûye. Herikîna Allebenê ya ku ji Entabê derbas dibe, du navçeyên navendî ji hev vediqetîne. Li nêzî navenda bajêr daristanên xwezayî nîn in, lê li derdora parêzgehê daristanên sûnî ku ji darên hinarê sor pêk tên hatine çêkirin. Navenda bajêr di erdheja pileya 3yemîn de ye.[2]
Navçe
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Bêlqîs (Nizip): Bêlqîs
- Cîngîfe (Yavuzeli): Cîngîve
- Girgamêş (Karkamış): Girgamêş
- Îslahiye, Eslahiye an Avasîm (Islahiye): Îslahiye
- Kele, (Araban): Kele
- Kurudere an Komirlî (Nurdağı): Kurudere an Komirlî
- Navçeyên Bajarê Mezin
- Alêban (Şehitkâmil): Alêban
- Tilbişar (Oğuzeli): Tilbişar an Tixbişar, Haran, Elbeylî (navend: Elî Mentar)
- Şahînbeg (Şahinbey): Şahînbeg
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Son Teşkilat-ı Mülkiyede Köylerimizin Adları. İstanbul: Hilal Matbaası, T. C. Dahiliye Vekaleti Nüfus Müdiriyet-i Umumiyesi Neşriyatından. 1928.
- ^ "Wayback Machine". web.archive.org. 12 adar 2009. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 12 adar 2009. Roja gihiştinê 5 gulan 2024.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
Bîblîografî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Harita Umum Müdürlügü 1:800,000 (1934).
- "Köylerimizin adlari" (1928).
- Vital Cuinet (1891/2001). "La Turquie d'Asie".
- Xefur, Ebdulla (Abdulla Ghafor) (2000/2001). Kurdistan - Dabeşî Kargêrî Terrîtorî 1927-1997.
- Xefur, Ebdulla (Abdulla Ghafor) (2001). Kurdistan - Rûpêw û jimarey danîştuwan.