12ê adarê
Xuyakirin
<< | Adar 2024 | >> | ||||
Du | Sê | Ça | Pê | În | Şe | Ye |
1 | 2 | 3 | ||||
4 | 5 | 6 | 7 | 8 | 9 | 10 |
11 | 12 | 13 | 14 | 15 | 16 | 17 |
18 | 19 | 20 | 21 | 22 | 23 | 24 |
25 | 26 | 27 | 28 | 29 | 30 | 31 |
Rojên salê |
Bûyer
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Kurdistan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 1991 – Li bajarokên Başûrê Kurdistanê, Mexmûr û Pirdê serhildana destpê kirin û ji aliyê gel ve hatin azadkirin.
- 1993 – Hikûmeta Îraqê tevkujiyek li ser gundê Ewêna yê li nêzîkî bajarê Hewlêrê pêkanî.
- 1994 – Nûçegihanê Özgür Gündemê Nazim Babaoglu yê Rihayê ji aliyê hêzên kirêt ve li Sêweregê hate revandin û di binçavan de hate windakirin.
- 2000 – Waliyê Amedê kovara bi kurdî ya qerfî Pîne qedexe kir.
Cîhan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 1904 – Yekemîn xeta bi elektrîk a trênê li Îngilistanê dest bi xebatê kir.
- 1918 – Bajarê Moskowê bû paytexta Rûsyayê.
- 1930 – Serokê efsanewî yê Hindistanê Mahatma Gandhi, dest bi meşa xwe ya navdar ya bi navê Meşa Xwê kir. Meşa wî 350 kîlometer e bû û 24 rojan berdewam kir, bi hezaran hindî beşdar bûn.
- 1938 – Hêzên Almanyaya Nazî welatê Awistriyayê dagir kirin.
- 1965 – Karkerên kargeha Kozlu, Karadon, Gelîk û Kîlîmliyê ji bo şermezarkirina bê adaletiya di belavkirinê de ya Karxaneya Komirê ya Tirkiyê (TKÎ) daneketin ser kar. Li ser vê yekê polis Tirk gule bera ser karkeran da; 2 kar mirin, 50 karker birîndarbûn.
- 1971 – Hafiz Esad bû serokdewletê Sûriyê.
- 1971 – Li Tirkiyeyê artêşê darbeyeke leşkerî pêkanî û dest danî ser rêvebiriyê. Di derbeyê de bi hezaran kes hatin girtin û gelek kes hatin bi darvekirin. Di wê demê de serokwezîrê hikûmetê Süleyman Demirel bû. Di heman rojê de Süleyman Demirel îstîfa kir.
- 1977 – Ji sedema tawanbarkirina komunîzm û kurdparêziyê sosyalîstê tirk, Taner Akçam, ê di girtîgehê de, reviya.
- 1979 – Di salvegera darbeya leşkerî de xwepêşandanên şermezarkirinê hatin lidarxistin. Xwepêşandanên li Enqere û Izmîrê rastî êrîşa polêsan hatin. Li Akhîsarê di navbêra komên çep û polêsan de jî şer derket. Li vî şerî de polêsek mir, 25 kes jî hatin binçavkirin.
- 1993 – Li bajarê Hindistan, Bombayê di encama êrîşeke bombeyî de 317 kes mirin.
- 1995 – Li Stenbolê gelê taxa Gazî û Ûmraniyê li hemberî êrîşeke hêzên tarî raperîn pêk anîn. Di raperînê de bi destê hêzên dewletê 27 kes hatin kuştin. Bûyer heta 17ê adarê dom kirin.
- 1999 – Dewletên Çekya, Mecaristan û Polonyayê tevlî NATO'yê bûn.
Jidayikbûn
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 1685 – George Berkeley, fîlozofê îrlendî
- 1965 – Jan Dost, nivîskarê kurd
Mirin
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 1914 – George Westinghouse, endazyarê amerîkan
- 1942 – Robert Bosch, pîşesazê alman
- 2003 – Feqî Huseyîn Sagniç, zimannasê kurd
Cejn û salveger
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Li Tirkiyê darbeya leşkerî hate lidarxistin.