Systemic lupus erythematosus
Systemic Lupus Erythematosus yan bi kurtî SLE, nexweşiya Lupus Erîtematosus a sîstemîk, nexoşiyeka domdirêj a bi kulbûn (înflamasyon) û bi hûnik (rumatîzm) e. Ev nexoşiya çê dibe heko sîstêmê berevanya beden yêk yan çend organêt beden digre, kul û înflamasyon çê dibe. Lê ber çi mirov vê nexoşiyê digre, diyar niye. Li hindek binemala ev nexoşiye ya zor e, yanî rolê êrsî dewrê xo heye. Her li deh nexoşan neh jin in, bi zorî li temenê biçîk bonê dest pê diket yanê 15-40 salî.
Cixarekêşan rolê neyînî (negatîv) li ser vê nexoşiyê heye. Hindek derman jî dibine sebeba vê nexoşiyê.
Nîşanêt nexoşiya SLE'yê
Nîşanêt nexoşiya SLE'yê bindin ka nexoşiyê çi organêt beden girtine. Ev nexoşye wek gelek nexoşyêt ye, li ber hindê dîagnos
(teşxîs) ne asane. Bedenê nexoş înflamasyon heye dibît ev symptome li nexosh dîyar bin.
-Mandî bon.
-Ta hatin.
-Êşa cumgan .
-Êşa masulka.
-Sorbûna pêstê ser û çavan, (butterfly rash)
-Kêmbona kêşa leş.
-Bê êşthay.
-Pirç weryan.
-Birîn li nav dev hatin.
Eve u gelek yêt dîş li sereketirîn nîşanêt vê nexoşiyê ye.
Ev nexoşiye dibit perdê ser sîpelka û perdê ser dil jî bigri ko dibênê serosît (serositis). Li hindek nexoşan birîn li nav dev çê dibît, pirç diwerît, nexoş neşêt li ber rojê bît.
Eger nexoşî giran bo dideta goçîlkan yan mêjiyê nexoş.
Êşnasîn, teşxîs û diyagnoz
Ji ber ko SLE dibît wek gelek nexoşiyêt dî bît, teşxîsa wê renge ya aloz bît.
Nexoş pêdiviya biçîte layê diktorê şareza. Doktor baş gohdarî nexoş diket ka nerehetiya nexoş çi ye (anamnez), paş nexoş fehs diket.
Gelek têstêt xwînê hene bo nîşêda vê nexoşiyê wek ESR, CRP, TPK, Hb, ANA, dsDNA, C3, C4 û gelekêt dîş.
Eger perdê ser dil yan sîpelkan (pişikan) girtbît ew pêdivî rontgenê ye. Eger guçîlk duçar bibin, biyopsiya guçîlkan lazim e.
Çare kirna nexoşyê u şîret bo nexoş
SLE nexoşyeka domdirêje. Derman graniya nexoşyê (inflammationê) kêm diken. Bo vê nexoşyê gelek derman hene.
Ya li hemya serekîtir Kortisone ku dermanekê bihêze bo kêm kirna inflammationê. Dermanêt dî wek, NSAID, dermanêt dijî malarya,
Azathioprine,...
Nexoş pêtivye cixara nekêşît, neçîte ber rojê, nexoşê jin hebêt dijî biçuk bonênê nexot.
Eger nexoş palpestoya zor ya xînê ( hypertension ), nexoşya dil yan şkrê hebît baş çare biket.
Nexoş xo li strêssê biparêzit.
Çavkanî
- Oxford Handbook of Rheumatology.
- Vårdguiden Stockholms läns landsting.
Girêdanên derve
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |