Here naverokê

Kelerim û xemla xwe

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Guhartoya 08:26, 4 hezîran 2024 ya ji aliyê Balyozbot (gotûbêj | beşdarî) (Bot: Kategorî ji Pêjgeha kurd ber bi Pêjgeha kurdî ve hat beralîkirin) ve

Kelerim û xemla xwe, kelerim û keçikên xwe, seleteya gulkelemê ya bi sebze navê seleteyekê ye. Navê kelerimê yê bi zanistî brassica oleracea botrytis e, romî (tirkî) jê re karnabahar dibêjin.

Di demsalên (werz) bihar û havînê de tê xwarin. Di orjînalê de ava oranjê (portakal, narinc) nîne, lê, lê bê zêdekirin baştir dibe.

Berkelî (bo çar kesan)

  • 1 serî kelerim (ne pirr mezin, ne jî biçûk)
  • 1 KX (kevçiyê xwarinê) kuzela (roka) hûrkirî
  • 1 KX pûjana (tihtavik) hûrkirî
  • 1 KX bexdenûsa hûrkirî
  • 2 KX ava oranjê (portakal)
  • Xwê (solin)
  • 2 KX ava lîmonê

Çêkirin

  1. Kelerimê gupik gupik veqetînin. Bila gupik an girikên wê ne pir hûrik, ne ne jî mezin bin. Di nava şoravkê (ava şor) de, heya nermijî bû bikelînin.
  2. Di badî yan binikekê de gupikên kelerimê, pûjana, bexdenûs û kuzela amadekirî tevlîhev bikin. Dema we seleteya xwe li binikên servîsê parve kir, di tasekê de ava lîmon û oranjê tevlîhev bikin û berdin ser seleteyê. Êdî dikare were ser destexaneyê.