Here naverokê

Rumatîzm

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Guhartoya 12:13, 24 hezîran 2008 ya ji aliyê 193.181.154.65 (gotûbêj) ve

Rumatîsm, romatîzm yan hûnikûba nexoşiyek e. Peyva "rheuma" bi zimanê grekî ye û maneya wê "rewane". Yanî êşa rumatîsmê cê xo digorî. Evro renge li cumgê tibla dest bidet paş çend rojekêt dî biçîte cumgê pê . Ev nexoşiye bi zorî organêt hat û çûnê wek cumge (joint) û masûlka tûş diben. Nîşanekê serekî yê van nexoşan êş e (pain).

Nexoşiyêt rumatismê bi zorî autoîmmunî ne, yanî sistêmê berevanya leş bi diristî kar naket ew bixo organêt mirov duçarî nexoşî dikat. Hoya têkçuna sîstemê berevanya leşê mirov heta nuke ne ya dyare, dibît kartêkirna mikroorganîzma wek baktêrî yan jî virusa bît.

Ewêt duçarî van nexoşya dibin bi zorî jinin li temenê dewr u berî 40 salyê. Zêhetir li 100 nexoşî hene ko tibênê nexoşiyêt rumatîsmî.

Curêt nexoşiyêt rumatîsmê

Nexoşiyêt rumatîsmê bi çend deste têne dabeş kirin.


1. Nexoşiyêt inflammationî yêt sîstemî, wek Wegeners granulomatosis, SLE, sîndroma

Sjögren|Sjögrens syndrome, Rheumatoid Arthritis û gelek nexoşiyêt dî ne.

2. Artros û spondylos. Ev nexoşiye heko mirov bi temen dikevît bo mirov çê dibin.

3. Êşa lokalî û ya general (berbelav).


Yêk li van nexoşiya ko ya zore u nizîkî 1% xelkê dinyayê ya hey rumatîsma cumga ya Rheumatoid Arthritis.Wêne:Www.bestglucosamine.co.uk/images/rheumatoid..jpg


Çewa mirov xo li nexoşiyêt rumatîsma cumga biparêzî u şîret bo nexoş

1- Eger cumgêt mirov êş keftê u stur bon pêtivye mirov zo biçîte lay diktorekê şareza da teşxîs (diagnosis) u çare (treatment) bête kirin.

2- Ew nexoşê rumatîsma cumga lê pêtivye kar yan werzişa (sport) giran neket.

3- Eger nexoş cixare kêş bît pêtivye cixara terik biket, li ber ko cixare nexoşiyêt rumatîsmê u gelek nexoşiyêt dîş xiraptir diken u çarekirna wan bi zehmet tir dikevît.