Here naverokê

Systemic lupus erythematosus: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Rêz 47: Rêz 47:
Ya li hemya serekîtir [[kortîson]] e ku dermanekê bihêze bo kêmkirina înflamasyonê. Dermanêt dî wek NSAID, dermanêt dijî [[malarya]], [[Azathioprin]] e{{Çavk}}
Ya li hemya serekîtir [[kortîson]] e ku dermanekê bihêze bo kêmkirina înflamasyonê. Dermanêt dî wek NSAID, dermanêt dijî [[malarya]], [[Azathioprin]] e{{Çavk}}


Nexoş pêdivî ye cixara nekêşît, neçîte ber rojê, nexoşê jin hebêt dijî biçûkbûnê nexot.
Nexoş pêdivî ye cixara nekêşît, neçîte ber rojê yan krêma parastina pêst bikar bînît, nexoşê jin hebêt dijî biçûkbûnê nexot.


Eger nexoş palpestoya zor ya xwînê (fişara bilind a xwînê, hîpertansyon), nexoşiya dil yan şikirê hebît baş çare biket.
Eger nexoş palpestoya zor ya xwînê (fişara bilind a xwînê, hîpertansyon), nexoşiya dil yan şekirê hebît baş çare biket.


Nexoş xo ji [[stres]]ê biparêzît.
Nexoş xo ji [[stres]]ê biparêzît.

Guhartoya 11:40, 18 nîsan 2013

Rûyê jinekê ku tûşî germijka beltîfik/mînmînik bûye.

Systemic Lupus Erythematosus yan bi kurtî SLE, nexweşiya Lupus Erîtematosus a sîstemîk. (Lupus) bi zimanê latînî yanî Gurg ,u (Erythma) bi zimanê Grêkî yanî sor, nexoşiyeka domdirêj a bi kulbûn (înflamasyon) û bi hûnik (rumatîzm) e. Ev nexoşiya çê dibe heko sîstêmê berevanya beden yêk yan çend organêt beden digre, kul û înflamasyon çê dibe. Lê ber çi mirov vê nexoşiyê digre, diyar niye. Li hindek binemala ev nexoşiye ya zor e, yanî rolê êrsî dewrê xo heye. Her li deh nexoşan neh jin in, bi zorî li temenê biçîk bonê dest pê diket yanê 15-40 salî.

Cixarekêşan rolê neyînî (negatîv) li ser vê nexoşiyê heye. Hindek derman jî dibine sebeba vê nexoşiyê.

Nîşanêt nexoşiya SLE'yê

Nîşanêt nexoşiya SLE'yê bindin ka nexoşiyê çi organêt beden girtine. Ev nexoşiye wek gelek nexoşiyan e, li ber hindê nîşan û berjeng (teşxîs) ne asan e. Bedenê nexoş înflamasyon heye dibît ev nîşane li nexoş diyar bin.

  1. Mandîbûn
  2. Hatina tayê
  3. Êşa cumgan
  4. Êşa masûlkeyan
  5. Sorbûna pêstê ser û çavan (butterfly rash)
  6. Kêmbûna kêşa leş
  7. Bê êşthay
  8. Pirç weryan
  9. Birîn li nav dev hatin


Eve û gelek yêt dîş li sereketirîn nîşanêt vê nexoşiyê ye.

Ev nexoşiye dibit perdê ser sîpelka û perdê ser dil jî bigri ko dibênê serosît (serositis). Li hindek nexoşan birîn li nav dev çê dibît, pirç diwerît, nexoş neşêt li ber rojê bît.

Eger nexoşî giran bo dideta goçîlkan yan mêjiyê nexoş.

Êşnasîn, teşxîs û diyagnoz

Ji ber ko SLE dibît wek gelek nexoşiyêt dî bît, teşxîsa wê renge ya aloz bît.

Nexoş pêdiviya biçîte layê doktorê şareza. Doktor baş guhdarî nexoş diket ka nerehetiya nexoş çi ye (anamnez), paş nexoş fehs diket.

Gelek taqî û testêt xwînê hene bo nîşêdana vê nexoşiyê wek ESR, CRP, TPK, Hb, ANA, dsDNA, C3, C4 û gelekêt dîş.

Eger perdê ser dil yan sîpelkan (pişikan) girtbît ew pêdivî rontgenê ye. Eger guçîlk duçar bibin, biyopsiya guçîlkan lazim e.



Çarekirina nexoşiyê û şîret bo nexoş


SLE nexoşiyeka domdirêj e. Derman giraniya nexoşiyê (înflamasyonê) kêm diken. Bo vê nexoşiyê gelek derman hene.

Ya li hemya serekîtir kortîson e ku dermanekê bihêze bo kêmkirina înflamasyonê. Dermanêt dî wek NSAID, dermanêt dijî malarya, Azathioprin e[çavkanî hewce ye]

Nexoş pêdivî ye cixara nekêşît, neçîte ber rojê yan krêma parastina pêst bikar bînît, nexoşê jin hebêt dijî biçûkbûnê nexot.

Eger nexoş palpestoya zor ya xwînê (fişara bilind a xwînê, hîpertansyon), nexoşiya dil yan şekirê hebît baş çare biket.

Nexoş xo ji stresê biparêzît.

Çavkanî

  1. Oxford Handbook of Rheumatology.
  2. Vårdguiden Stockholms läns landsting.

Girêdanên derve