Zirfet: Cudahiya di navbera guhartoyan de
BKurteya guhartinê tine |
B Bot: Paqijiyên kozmetîk (Binê standard kir, --Valahiyên nehewce.) |
||
Rêz 10: | Rêz 10: | ||
* ''[[Rûn]]'' |
* ''[[Rûn]]'' |
||
* ''[[Sîr]]'' |
* ''[[Sîr]]'' |
||
* ''[[Mast]] (herwiha [[germdew]], [[paskan]], [[çortan]])'' |
* ''[[Mast]] (herwiha [[germdew]], [[paskan]], [[çortan]])'' |
||
* ''[[Hevîrtirş]]'' |
* ''[[Hevîrtirş]]'' |
||
* ''[[Şekir]] (li ser xwestinê ye)'' |
* ''[[Şekir]] (li ser xwestinê ye)'' |
||
Rêz 34: | Rêz 34: | ||
{{Pêjgeha kurd/Xwarinên sîr û mastê}} |
{{Pêjgeha kurd/Xwarinên sîr û mastê}} |
||
{{Kontrola otorîteyê}} |
{{Kontrola otorîteyê}} |
||
⚫ | |||
[[Kategorî:Kate]] |
[[Kategorî:Kate]] |
||
⚫ | |||
⚫ | |||
[[Kategorî:Pêjgeha Dêrsimê]] |
[[Kategorî:Pêjgeha Dêrsimê]] |
||
⚫ | |||
⚫ | |||
⚫ |
Guhartoya herî nû ya 06:22, 8 çiriya pêşîn 2024
Zirfet | |
---|---|
Welat | |
Pêk tê ji | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Zirfet, zerfet, serfit, babko cure xwarineke çorsanî û biçêj, ji koma xwarinên pêjgeha kurd, kateyan e. Herwiha xwarineke ji koma xwarinên sîr û mastê ye jî.
Heger zerfet bi giştî di binikan de bê hûrkirin û bi çênca xwe ve bê xwarin, jê re babko yan bavko dibêjin. Babko dikare bi şerbet û rûnê nivîşkî jî were xwarin.
Pirranî xwarineke malbatî û zivistanî ye. Li Kurdistanê zirfet li gelek herêman tê zanîn û hezkirin. Zirfeta herî xweş li Dêrsim, Serhedê tê çêkirin, lewra li van herêman cureyên biharbêhnan (biharat) jî tevlî dikin.
Berkelî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Rûn
- Sîr
- Mast (herwiha germdew, paskan, çortan)
- Hevîrtirş
- Şekir (li ser xwestinê ye)
- Biharbêhn (biharat)
- Îsota reş (filfil)
Çêkirin
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Hevîrê zirfetê tê strîn. Kewa xwe girt, di dirûvê giloverê de stûrî tê vekirin. Heger li ser kuçikê be, didin ser locinekê û bi wê awayê didin ser agir. Pirr berê ji bo tehma wê xweş be didan ser locinên ji axê hatine çêkirin.
Sêl an sacê didin ser. Li ser sacê jî pîzot û kozirên agirê darê radixin. Pijandin bidawî bû tînin serê wê fit dikin, devangek vedikin. Hundirê wê bi qasî 4 tiliyan tê vedan û dîwarên zirfetê bi dew didewisînin.
Nanê ku jê hatibû derxistin, hûrik hûrîk tê çêtîkirin û dîsa dixin nava zirfetê. Rûnê nivişkî yê qijilandî bi tevî çênca xwe berdidin ser nanê hûrkirî.
Zirfeta biqîmet a çenca wê dewlemend e ye.
Gotin li ser zirfetê / zerfetê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Qeliyê bidin mêvan, zirfet bila para maliyan be. Mêvanê me jî bila mixtar be. (mêvanê heznekirî qeliyê bixwe êdî hûn fêhm bikin ka zirfet çendî bitehm e)
- Nanê dizan nayê xwarin lê zirfeta wan tê xwarin.
- Zava çi xwest, bûkê çi xwest, yekî zirfet xwest, yekê devanga wê xwest. (Devanga zirfetê ji ber ku kêm bi rûn û dew e, pirranî didin zarokan)
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Berhevkirinên çanda gelêrî yê bikarhêner Bablekan (gotinên li ser zirfetê)