Irgûn: Cudahiya di navbera guhartoyan de
B →top: --Bikaranîna dîroka rms Etîket: Betalkirina destî |
Rescuing 1 sources and tagging 0 as dead.) #IABot (v2.0.9.4 |
||
Rêz 23: | Rêz 23: | ||
== Girêdan == |
== Girêdan == |
||
* [http://www.etzel.org.il/ Malper li ser dîroka Irgûnê] |
* [http://www.etzel.org.il/ Malper li ser dîroka Irgûnê] {{Webarchive|url=https://web.archive.org/web/20050403174652/http://www.etzel.org.il/ |date=2005-04-03 }} |
||
* [http://www.faz.net/s/RubBF7CD2794CEC4B87B47C719A68C59339/Doc~E7D3C7A84488B4C66AFBE321BD95611FB~ATpl~Ecommon~Scontent.html FAZ-Gotar ji H.Sietz] |
* [http://www.faz.net/s/RubBF7CD2794CEC4B87B47C719A68C59339/Doc~E7D3C7A84488B4C66AFBE321BD95611FB~ATpl~Ecommon~Scontent.html FAZ-Gotar ji H.Sietz] |
||
Guhartoya 01:26, 20 gulan 2023
Irgûn, Irgûn Tzsva’î Le’ûmî (ארגון צבאי לאומי )‚ rêxistineke çekdarî ya cihûyan bû. Bi kurtî wekî Etzel an IZLê jî tê binavkirin. Navê wê tê wateya "rêxistina çekdarî ya welatê Îsraelê". Peyva "irgûn" jî bi îvrît (hebrayî, îbranî) di wateya "rêxistin"ê de ye.
Sala 1931'ê de ji aliyê partiya revîzyonîst ve tê damezirandin. Avraham Tehomî yek ji fermandar û damezrînerên vê rêxistinê bû. Di derketina rêxistinê de hin aliyên ku îro jî nayên zanîn hene.
Beriya damezirandina Îsraelê, di nava salên 1931 - 1948'ê de li herêmê têdikoşiya. Gorî hinekan wekî rêxistineke terorîst jî tê dîtin. Vê rêxistinê li dijî mêtîngeriya Brîtanyayê têkoşîn dida, lewra wê demê li herêmê brîtanî hebûn. Herwiha li dijî hêzên ereban jî.
Fermandarî
- 1937 - 1939 Mosche Rosenberg
- ji sala 1938'ê ve herwiha Vladîmîr Yabotînskî
- ji sala 1940'ê ve Davîd Razîel
- ji 1943'yê ve Menaxem Begîn
Di bin fermandariya Yabotînskî de rêxistin êrîşên bombeyî yên mezin pêk tîne. Gelek baregehên eskerî yên brîtanî dide ber bombeyan. Sala 1940'ê Yabotînskî dimire, hêza rêxistinê jî bidawî dibe. Davîd Razîel bi polîsên brîtanî ve lihev dike. Dûv re ev rêxistin bi brîtanî re hevalbendiyê dike. Rêxistin dala 1948'ê 3 eskerên Îsraelê jî dikuje.
Ji vê rêxistinê gelek komikên nû derdikevin. Sala 1952'yê nameyeke bombeyî dişînên bo serokê Almanyayê Konrad Adenauer, lê nameyê polîs vedikin û di teqînê de polîsekî alman jiyana xwe jidest dide.
Çavkanî
- J. Bowyer Bell: Terror Out of Zion: The Fight for Israeli Independence. 1996, ISBN 1-56000-870-9, S. 9–61
- Henning Sietz: Attentat auf Adenauer. Siedler, München 2003, ISBN 3-88680-800-9
- Benny Morris: Righteous Victims - A History of the Zionist-Arab Conflict. 1881–2001. Vintage Books, 2001.
Girêdan
- Malper li ser dîroka Irgûnê Girêdana arşîvê 2005-04-03 li ser Wayback Machine
- FAZ-Gotar ji H.Sietz