Raymond Aron
Raymond Claude Ferdinand Aron (Reymond Klawd Ferdînand Aron) (14î adara 1905ê – 17î çirya pêşîn ya 1983ê[1]) fîlozof, civaknas, siyasetzan û rojnamevanê fransî yê bi koka xwe cihû ye. Giringtirîn berhemê wî di warê peywendiyên navneteweyî da kitêba wî ya bi navûdeng Peace & War: A Theory of International Relations (Aştî & şerr: bîrdozeka peywendiyên navneteweyî) e. Ew di vekolanên xwe da zêde tekezê dike ser pergala navneteweyî û li wê bawerê ye ku pergala navneteweyî ji du rewşan zêdetir dernakeve; sazan an guncan û nesazan û neguncan ku alozî û netenahiyê bi dû xwe ra diîne. ew dibêje; aştî ya navneteweyî an demên aşitiyê di dîroka peywendiyên navneteweyî da di sê rewşan da dibin. Yek: rewşa hevsengî ya dinavbera hêzan da, ku hindek hêzên yeksan û hevşêwe li meydanê hene, Du: rewşa heymenexwaziyê, ku dewletek bihêztire ji dewletên dî lê nikare pergala navneteweyî bi tivavî hevsar anko kontrol bike. Sê: rewşa aştiya împratorî, ku dewletek pergala navneteweyî bi tevavî hevsar dike û heymeneya xwe li ser dewletên dî disepîne.
Gerînende (en) Centre européen de sociologie historique (d) | |
---|---|
- | |
Serokkomar Société française de sociologie (d) | |
- | |
Gabriel Le Bras (en) Jean-Daniel Reynaud (d) | |
Serokkomar Institut français de sociologie (d) | |
- | |
Gabriel Le Bras (en) | |
Gerînende (en) Centre de sociologie européenne (d) | |
- |
Jidayikbûn | |
---|---|
Mirin | 17î çirya pêşîn ya 1983ê |
Cihê goristanê |
Goristana Montparnasse (en) |
Navê rastî |
Raymond Claude Ferdinand Aron |
Navê jidayikbûnê |
Raymond Claude Ferdinand Aron |
Hevwelatî |
Fransa |
Cîwar |
Fransa (dp. ) |
Perwerde |
Zanîngeha Êkol Normal Superyerê |
Pîşe |
Fîlozof, civaknas, siyasetzan |
Salên çalak |
Aştî & şerr: bîrdozeka peywendiyên navneteweyî |
Bav |
Gustave Aron (d) |
Xwişk û bira |
Adrien Aron (en) |
Hevjîn |
Suzanne Aron (d) |
Zarok |
Dominique Schnapper (en) |
Karder | |
Qada xebatê | |
Partiyên siyasî | |
Endamê | |
Artêş |
French Air Force (en) |
Şerê tevlêbûyî | |
Werziş | |
Xwendekarê | |
Şêwirmendên doktorayê |
Léon Brunschvicg (en) |
Bandorbar |
Montesquieu (en), Alexis de Tocqueville, Karl Marx, Max Weber, Wilhelm Dilthey (en), Georg Simmel (en), Heinrich Rickert (en), Immanuel Kant |
Xelat | Lîsteya berfireh Pour le Mérite for Sciences and Arts order (d) Fellow of the American Academy of Arts and Sciences (d) Ambassadors' Prize (d) () Goethe Prize () Erasmus Prize (en) () |
Dîsan ew bi kitêba xwe ya bi navê The Opium of the Intellectuals (Afyona rewşenhizran) jî bi navûbang e. Ew bervajî Karlê Markisî dibêje; dîn ne afyona gelan e, lê marksîbawerî anko marksîzim afyona rewşenhizrên fransî ye li ser dema paş-şerrî (post-war).[2] Ew heval û neyarekê nizîk ê Jan Pawil Sarterî (Jean-Paul Sartre) bû. Gotinek di nav rewşenhizrên fransî da her belav dibû ku "Tu bi Sarterî re şaşiyan bikî çêtire ji wê ku tu bi Aronî re başiyan bikî"
Ew wekî zanayekê siyasî yê netundrew dihê hesibandin. Wî şagird ji herdu terefên Çep û Rast hebûn. Her çend ku wî xwe zêdetir bi Aronekê Çep dida nasîn jî lê wekî azadîxwazekê şopparêz anko lîberalekê konzervatîst dihê nasîn.[3]
Jiyan û kar
biguhêreAron li Parîsê ji dayîk bûye, ew kurê cihûyekê dinyadar anko elmanî ye.[4] Wî li zanîngeha Êkol Normal Superyerê (École Normale Supérieure) xwîndiye, û li wêderê Sarter naskiriye, û bûye dostê wî û paşî bûye neyarekê fikrî yê wî heta dawiya jiyanê. Her di wê sala ku Sarter têda di îmtihana zanîngehê da kevtî Aron têda bû yekem, û li sala 1931ê diktoraya xwe stand.
Hema ew çend heftiyek bû ku wî dersên felsefeya civakî li Zanîngeha Tolosê didan û şerrê cihanî yê duyê çêbû. Ew tevlî rêkxistiya Hêzên Esmanê (Armée de l'Air)ê bû. Dema ku Fransa di şerrî da şikest ew reviya Londonê da li wêderê tevlî hêzên Fransaya Azad biba. Wî li wêderê sernivîseriya rojnameya France Libreyê (Fransaya Azad) kir.
Dema şerr xilas bû Aron vegeriya Parîsê da dersên civaknasiyê li Zanîngeha Ecolê ya Neteweyî ya Kargêrî û Zanistên Civakî daban. Li sala 1955ê heta 1968ê, li Sorbonê, û piştî wê li sala 1970ê li Kolîja Fransayê û her wisa li Dibistana Xwîndina Pêşkevtî ya Zanistên Civakî (École des hautes études en sciences sociales 'EHESS') ders didan.
Aron li Parîsê li 17î çirya pêşîn a sala 1983ê ji ber krîza dilî mir.[5]
Mijarên têkildar
biguhêreÇavkanî
biguhêre- ^ "Raymond Aron". Wikipedia (bi îngilîzî). 6 kanûna paşîn 2023.
- ^ "Raymond Aron". www.goodreads.com. Roja gihiştinê 11 kanûna paşîn 2023.
- ^ "Raymond Aron". Vikipedi (bi tirkî). 13 çiriya pêşîn 2021.
- ^ "Raymond Aron | French sociologist | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 11 kanûna paşîn 2023.
- ^ "Raymond Aron". The Gifford Lectures (bi îngilîzî). 13 tebax 2014. Ji orîjînalê di 11 kanûna paşîn 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 11 kanûna paşîn 2023.